Li Kobanê hewldana êrîşa DAIŞ'ê hat şikandin
11:23
JINHA
KOBANÊ - Çeteyên DAIŞ'ê yên şevê din êrîşî Dibistana Reş, Girê Miştenûr û riya Termîkê kir û di encamê de pevçûnên dijwar rûdan. Di encama pevçûnan de herî kêm 10 çete hatin kuştin.
Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di roja 122'an de dewam dike. Li aliyekê operasyonên YPG/YPJ'ê yên paqijkirinê dewam dike, çeteyên DAIŞ'ê yên şevê din êrîşî Dibistana Reş, Girê Miştenûr û riya Termîkê kir. Êrîşa çeteyan yek bi yek hat pûçkirin û li herêmê pevçûnên dijwar heta serê sibehê dewam kir. Di encama pevçûnan de herî kêm 10 çete hatin kuştin.
Tê payîn ku Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG'ê der barê êrîşê de daxuyanî bide.
(zt)
