Aktîvîstên DOKH’ê lez dan kampanyeya ‘Ji Ocalan re Azadî’

12:26

 


Nurcan Yalçın-Zehra Dogan/JINHA


AMED – Di çarçoveya kampanyeya îmzayan ya ‘Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî’ ya ku dê di sibatê de bi dawî bibe bi milyonan îmza hatine berhevkirin. Jinên DOKH’ê yên ku kampanyayê birêve dibin ji bo kampanyayê bigihînin hemû kesîmên civakî û hemû cihên ne gihiştiyê lez dan xebatên xwe. Aktîvîstên DOKH’ê gotin: “Heya Birêz Abdullah Ocalan azad nebe kes j ime nikare qala azadiyê bike.”


Kampanyeya îmzayan ya di 15’ê Sibata sala 2014’an ji aliyê Platforma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî bi banga 127 nivîskar, ronakbîr û pêşengên civakî bi navê “Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî” hatibû despêkirin. Kampanyaya bi armanca komkirina 10 milyon îmzayan hatî despêkirin heya niha 5 milyon îmza derbaskiriye. Îmzayên di çarçoveya kampanyeya ku dê di 15’ê Sibatê de bidawî bibe de hatîn berhev kirin dê weke beyana gelê kurd pêşkêşî saziyên têkildar yên weke TBMM, Parlementoya Ewrupayê û NY yê bê kirin. Xebatên kampanyeya nêzî fînalê dibe bil ez berdewam dike. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û Demokra (DOKH) ê yên pêşengiya xebatên kampanyayê dikin lez dan xebatên xwe û wiha gotin: “Dê îsal bibe sela azadiya Rêberê me.”


‘Tenê kesê aştiyê bîne vî welatî Ocalane’


Ji aktîvîstên DOKH’ê Çîçek Ariç diyar kir ku ji her kesîmên civakê welatî beşdarî kampanyeya îmzayan dibin û wiha domand: “Kampanyeya îmzayan bil ez berdewam dike. Ji bo em bigihin hedefa me dayî pêşiya xwe divê tayîbetî jî jin alîkariyê bidin. Her cihê em çunê me stant lê vekir û me dîti bêyî cudahiya kurd û tirkan her kes îmzadidin aştiyê. Ji ber tenê kesê aştiyê bîne vî welatî Birêz Abdullah Ocalane. Li her deverên me sitantên îmzayan lêvekirî me didît ku dê sala 2015’an bibe sala azadiya Birêz Abdullah Ocalan û azadiya gelê kurd. Ji bo ev kampanyeya îmzayan bigihe armanca xwe divê jin pir bixebitin.”


‘Dê sala 2015’an bibe sala hevdîtina bi Rêbertiya me re’


Hanim Kurum jî destnîşan kir ku divê zêdetir alîkarî bêdayîna kampanyayê û wiha berdewam kir: “Di sala 2015’an de dê teleba me ya despêkê azadiya Birêz Abdullah Ocalan be. Em jin di sala 2015’an de hevdîtina bi Rêbertiya xwe re armanc dikin û ji bo wê jî divê em hemû jin di nava kedek û rêxistinbûnek mezindebin. Heger îro Rêbertiya me ne dinava medene; ev kêmaniyek ya tevayî jinan û tayîbetî jî kêmaniyek mezin ya jinên kurde. Lê hîna em dereng nemane. Em sala 2015’an sala hevdîtina bi Rêbertiya xwe re digirin dest û li ser wî bingehî lezdidin xebatên xwe û bi wê hişmendiyê li kampanyeya îmzayan xwedî derdikevin.”


‘Tez û felsefeya wî îro jîndar dibe’


Fîlîz Koçali jî derbirî ku Birêz Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê kurde ew weke rêberek dîrokiyê tevahî mirovahiyê ye û wiha dom kir: “Bitayîbetî jî îro di Rojhilata Navîn de gel bi qirika hev ketine; lê Rêberê me bi vîn, felsefe û tezên xwe yên ronîkirina pêşerojê bûye hêviyek ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn. Îro bi tayîbetî jî felsefe û tezên Rêbertiya me li Rojava dikeve meriyetê. Mînaka Rojava dide nîşandan ku dê hemû gelên Rojhilata Navîn çawan bijîn. Azadiya Birêz Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelên Tirkiyê her wiha ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêdiviyeke. Em baş dizanin ku heger Rêberê me azad nebe, kes j ime nikare qala azadiyê bike.”


‘Azadiya Ocalan ji bo jinan gelek giringe’


Meral Alagoz Îmre jî dibêje: “Di sala 2015’an de ji bo Platforma Azadî  û Demokrasiya Jinan û rêxistinên jinan Azadiya Birêz Abdullah Ocalan gelek giringe. Ji ber nirx û giringiya Rêbertiya me dide me jinan bê nîqaşe. Manîfestoya aştî û azadî bi rêya jinan tê îlankirin. Ji ber wê jî ji bo jinan Azadiya Abdullah Ocalan gelek giring û binirxe. Azadiya Rêberê me azadiya jinan û hemû civakêye. Di vê mijarê de divê nivîskar û ronakbîr zêdetir baldar bin. Divê demek ji ya dinê zutir hatina azadiyê bêzanîn. Ji ber daxwazên gel jî di vê çarçovêdene.”  


 (zt)