Li ser sînor ji bo berxwedana Kobanê silav

12:30

 


JINHA


RIHA - Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 122'an de berdewam dike. Bi sedan welatiyên li serxetê hatin cem hevdu bi zincîra mirovan berxwedana Kobanê silav kirin.

Li Kobanê berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 122'an de berdewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê yên bi hemû çekên giran tanq û topan êrîş dikin. Êrîşên wan yek bi yek ji aliyên şervanên YPG/YJP'ê ve tên pûçkirin. Dîsa operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê yên paqijkirinê bê navber didome. Berxwedana li ser sînor her roj bi kelecan û tevlîbûnên nû dewam dike. Bi sedan welatiyên li ser sînorê Kobanê li gundê Mehser û Miseynterê nobetê digirin jî bi zincîra mirovan berxwedana Kobanê silav kirin. Di çalakiya zincîra mirovahiyê de bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ'ê hatin rakirin. Di çalakiya zincîra mirovan de ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê bi sirûda "Çerxa şoreşê" û dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" û " Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" dengê xwe gihandin Kobanê.

(zt)