Cenazeyê Resul Karahan li Cizîrê bi girseyî hat veşartin
13:05
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyê Resul Karahan (Nuh Cuwan) ê ku li Mexmûrê di qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da ji Wargeha Mexmûrê anîn Cizîrê û bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin.
Cenazeyê Resul Karahan (Nuh Cuwan) ê ku li Wargeha Rustem Cudî a Mexmûrê di qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi girseyî hate definkirin. Cenazeyê Resul ji Wargeha Mexmur ji bo otopsiyê birin Amedê û piştî karên otopsiyê ji aliyê malbatê ve teslîm hate wergirtin û ber bi Cîzîrê ve derxistin rê. Cenazeyê Karahan li Kolana Arîn Mîrkan ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirina cenaze de dirûşmeyên "Şehîd Namirin" hate berzkirin. Pişt re girse li pey wesayîta cenaze ber bi navenda navçeyê ve dest bi meşê kir. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Resul, alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin. Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz, rêveberên DBP û HDP'ê, hevşaredarên herêmê, MEYA-DER, Dayîkên Şemiyê û gelek kesên din tevlî meşê bûn.
Cenazeyê Resul li Kolana Kobanê ji wesayîtê hat wergirtin û ber bi Goristana Asrî ya Cizîrê ve bi meşê birin. Di meşê de dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Ey şehit rêya te, rêya meye" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Cenazeyê Resul bi duayan hate definkirin. Piştî karên definkirinê sruda "Ey Reqîp" hate xwendin û rêzgirtin pêk hat.
‘Li hemberî zordariyê hevalê me Resul serî neçemand’
Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz li ser gorê axivî û diyar kir ku Resul Karahan ji salên 90'an heya niha berdêlên gelek mezin dan û di têkoşîna azadiya kurd de kedek mezin da û wiha got: "Dewletê bi her awayî zext li hemberî Heval Resul pêk anîn. Lê Resul weke mîlîtanekê tevgeriya û li hemberî zextan serê xwe netewand. Ji jiyana bi rûmet tu tawîz nedan. Hem mîlîtanek bû hem jî oldarek bû."
Hevsera Resul Karahan Ayşe Karahan jî helbesta hevserê xwe ya di dema girtîgehê de nivîsandî xwend û demên hestiyar hatin jiyîn. Piştî axaftinan girse ji ser goristanê belavbû.
(zt)

