Li Cizîrê zarokek dinê jî qetilkirin

17:39

 


JINHA


ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokê bi navê Nîhat Kazanhan ê 12 salî di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ligel di nava rojê de tu çalakî û bûyer tuneyî polîsan raste rast bombeyên gazê avêtin taxan û tax gulebaran kirin zarokê bi navê Nîhat Kazanhan bi giranî birîndar kirin. Kazanhan ji aliyê welatiyan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û ligel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

(zt)