Li Wanê banga ji bo meşa ‘Ji Ocalan re Azadî’

09:15

 


Berivan Sumer / JINHA


WAN – Dê di 18’ê çile de bi pêşengiya DBP û HDP’ê di çarçoveya kampanyeya îmzayan ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ li Wanê meşek bê kirin. Jinên nava DBP û HDP’ê diyar kirin ku ew meşê gelek giring dibînin û ji bo wê jî hem gelê Wanê dawetî meşê kirin.


 Li Wanê dê di 18’ê çile di çarçoveya kampanyeya îmzayan ya “Ji Ocalan re Azadî” de bi pêşengiya DBP û HDP’ê meşek bê kirin.  Dê hemû hilbijartiyên herêmê beşdarî meşê bibin. Meş dê ji Hala Zebzeyan despêbike li xaçerêya Soydanê bidawî bibe tê hêvîkirin ku bi deh hezaran tevlîbibin. Jinên DBP û HDP’ê banga tevlîbûna meşê kirin û dan zanîn ku dê pêşengiya meşê bikin û ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biqêrin.


‘Emê bi tevlîbûna meşê Rêberê xwe tacîdar bikin’


Hevseroka Navenda DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahin girêdayî meşa girseyiya dê di 18’ê çile bêlidarxistin de wiha axivî: “Emê bi tevlîbûna deh hezaran kesan ji bo azadiya Rêberê xwe bimeşin û di dawiyê de daxuyaniyê bixwînin. Me kampanyeya ‘Ji Ocalan re Azadi’ ya me ji bo azadiya Rêberê xwe di sibata sala 2014’an de dabû despêkirin bi hedefa me dayî pêşiya xwe berdewam bikin. Emê di meşa 18’ê çile de bi 800 hezar îmzayan Rêbertiya xwe tacîdarbikin.” Hamiyet destnîşan kir ku ji bo pêvajoya aşti û çareseriyê ya di Newroza 2013’an de hatî despêkirin vegere muzakere û aştiyê divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe. Hamiyet banga tevlîbûna meşê û baldarî nîşandana meşê li hemû gelê welatparêz kir.


‘Em jin giringiyek mezin didin meşê’      


Ji rêveberên HDP a Wanê Perihan Dostgul jî diyar kir ku meşa dê di 18’ê çile roja yekşemê bê kirin dê gelek akademisyen û nizîskar jî beşdar bibin. Perihan balkişand ser pêvajoya muzakereyan ya ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve li Îmraliyê hatî despêkirin û destnîşan kir ku divê ji bo baş meşandina pêvajoyê şertên Îmraliyê bên başkirin. Perihan anî ziman ku ew weke jin giringiyek mezin didin meşa dê 18’ê çile roja yekşemê ji Hala Zebzeyan despêbike heya xaçerêya Soydan ê berdewam bike. Perihan da zanîn ku ji ber wê jî ew banga tevlîbûna meşê li hemû gelê Wanê yê welatparêz kir.


 (zt)