Li Êlihê ji bo jinên Şengal û Kobanê kermes hat vekirin
09:19
Şêrîn Hiso / JINHA
ÊLIH – Bi boneya di aliyê aborî de alîkarî dayîna jinên jinên Şengalê û Kobanê li Êlihê konê kermes ê hat vekirn. Jinên ku kermes orgenîzekirin diyar kirin ku divê jin li hev xwedî derkevin û gotin: "Em êşên jin û zarokên Şengalê û Kobanê baş fêm dikin, lewra em hewl didin alîkariyek aborî bi jinên Kobanê û Şengalê re bikin."
Yekîtiya Jinên Saziyê Çivaka Sivil yên Êlihê ji bo piştgirî û alikariya jin û zarokên Şengal û Rojava ên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê cîh û warên xwe terikandine û hatine li Êlihê bicîh bûne kermes vekirin. Dê dahata kermesan jî ji bo koçberên li konbajarê navçeya Qubînê ya Êlihê dimînin re bê şandin.Konê kermesê li beravahiya SinemeyaYilmez Guney hat vedan. Amûrên weke keda destan, xwarin, pirtûk û hwd yên bidestê endam û xebatkarên saziyanên jinan hatine çêkirin pêşkêşî gelê Êlihê kirin.
'Jin û zarok bûn mexdûrê hovîtiya DAIŞ'ê'
Endama SES'ê SûreyaTûrgût ya ku tevlî kermesa alîkariya Rojava û Şengalê bûye destnîşan kir ku berxwedana pîroz ya Rojava berxwedana rûmeta mirovahiyê ye. Sûreya bilêv kir ku ew jî weke jinên Êlihê xwestin ku alîkariya jinên Kobanê û Şengalê bikin û wiha pêdeçû: "Şoreşa Rojava û berxwedana Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bûyerek Dîrokî ye. Ji ber vî şerê giran gelek jin û zarok neçarman ku warê xwe terk bikin. Me jî xwest em alîkariyek aborî bi wan jinan re bikin û me kermes avakir."
'Xwedî li şoreşa rûmetê derkevin'
Guser Egejî ya ku di amadekirina vê kermesê de cîgirt bilêv kir ku berxwedana gelê Rojava û Şengalê yên li dijî çeteyên DAIŞ berxwedana parastina mirovahiyê ye û wiha axivî: "Têkoşîna niha Şervanên YPJ û YPG'ê li dijî hovîtiya DAIŞ'ê dikin, girêdayî hemû cîhanê ye. DAIŞ dijminê mirovahiyê ye, ji ber wê pêwîste her kes xwedî li berxwedana parasvanên rûmetê derkevin.Herwiha li xwedî derketina kesên ku bûne mexdûrên vî şerî ji me hemûyan tê xwestin. Jin û zarok mexdûrên herî mezin in, em bihêvîne ku em karibin bi gavên bi vî rengî alîkarekê bi jinên Kobanê û şengalê re bikin."
(şh/zt)

