‘Tirkiye niha li hemberî DAIŞ'ê nesekine sibê dora wan e’
09:34
JINHA
RIHA - Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim bang li dewleta Tirkiyeyê kir û got çeteyên DAIŞ'ê ji bo Tirkiyeyê jî xetere ye, ger niha li hemberî çeteyên DAIŞ'ê nesekine, dê sibê DAIŞ'ê têkevin Tirkiyeyê jî û wiha got: "ji bo pêdiviyên welatiyên Kobanê divê çûn û hatin serbest bên kirin û divê ji hêla derbas kirina birîndarên şervanên YPG/YPJ'ê bê pirsgirêk bên derbas kirin. Kobanê li ber xwe dide û her ku diçe pêşve diçe. Lê ji bo em zû mizgîniyê bidin, divê alîkarî jî bên dayîn."
Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim ji bo alîkariya mirovatî, derbasbûna birîndara û pirsgirêkên derî hat Pirsûsê û bi rêveberiyên tirk hevdîtin pêk anî. Enwer derbarê hevdîtinê û derheqê berxwedena Kobanê ya bi destanî de axivî. Enwer diyar kir ku hevdîtina wan bi şiklekî erênî de derbas bûye û ji bo rojên pişt re ji çareserkirina van pirsgirêkan bi bawer e. Enwer da zanîn ku ji bo pêdiviyên welatiyên Kobanê divê çûnin û hatin serbest bên kirin û divê ji hêla derbas kirina birîndarên şervanên YPG/YPJ'ê bê pirsgirêk bên derbas kirin. Enwer bang li dewleta Tirkiyeyê kir û got çeteyên DAIŞ'ê ji bo Tirkiyeyê jî xetere ye, ger niha li hemberî çeteyên DAIŞ'ê nesekine dê sibê DAIŞ'ê têkevin Tirkiyeyê jî.
'Kobanê dê ji çeteyên hovanê re bibe goristan'
Enwer dazanîn ku şervanên YPG/YPJ'ê meha 4'an li paş xwe hişti ye û ev berxwedan dîrokî û sedsalî hîn ve jî didom e û her diçe şervanên wan pêşve diçin. Enwer destnîşan kir ku serkeftin bi her alî pêşve dikeve û wiha axivî: "Çeteyên DAIŞ'ê her ku diçe têk diçe, lê êrîşên xwe, tang û topên xwe hîn kêm nekiriye. Piştgirî û alîkarî bênavber ji çeteyan re tê dayîn. Ji ber vê yekê xeterî hêj heye. Hewldana wan ji bo komkujiyan pêk bînin heye, malên me talan dikin Pêwîstî ji bo YPG/YPJ'ê ji hêla çekan heye. Çekên li ser erdê yên hîn bêtir bi lez karibin bên bikaranîn. Balafir tenê ne bes e. Wiha em hîn bi zûtir mizgîni yê bidin gelê xwe. Em soz û peymanê didin gelê xwe em ê Kobanê û gundên xwe rizgar bikin û dê Kobanê ji çeteyên hovanê re bibe goristan."
'Kobanê ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn bû mînak'
Enwer bi lêv kir ku berî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê jiyana Kobanê pir pêşketî bû û bi aram bû. Enwer got ku ji ber ku li Sûriyeyê alozî hebû jiyana Kobanê hîn bêhtir dihat tercîhkirin. Enwer diyar kir ku rêveberiya li Kobanê hati bû avakirin, ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn bû bû mînakek û wiha domand: "Hersê dorên me hatine dorpêçkirin. Li hêla bakur jî Tirkiye hebû. Kantona me ji birsgirêkên gel re dibû bersiv. Me nexweşxane, dadgeh, ceryan, karên şaredariyê û hemû pirsgirêkên û pêdiwiyên civakê çareser dikir. Ev rêveberiya me avakirin ji bo xizmetê hatibû avakirin. Bi temenê xwe yê biçûk gelekî pêş ketibû. Di hundirê hikûmeta me de welatiyên ermenî û ereb jî têde hebû."
'Kobaniya me li ber xwe da û her ku diçe ber ve rizgariyê ve diçe'
Enwer da zanîn ku Mûsila hejmara wê 4 milyone di rojekê de radestî DAIŞ'ê bûye û cîhekî wek Kobanê biçûk 5 mehan bi çekên sivik li hemberî tang û topan welatê xwe diparêze û wiha dirêjahî da axaftina xwe: "Çeteyan ji Raqqa, Mûsil û gelek bajarên din bi dest xistin û çekên rakirin hemû berên wan dan Kobanê û êrîşên Kobanê kirin. Yên digotin Kobanê di hefteyekê de bikeve. Kobaniya me li ber xwe da û her ku diçe ber bi rizgariyê ve diçe. DAIŞ'a digotin nayê têkbirin li Kobanê hat têk çû. Nêzîkî sih û pênc maşîneyên bombeyan teqandin lê dîsa ser neketin. Dibe gundên me xistibin destên xwe, lê em tu carî gundên xwe di destên wan çeteyan nahêlin. Hemû deverên cîhanê pişgirî dan Kobanê. Kobanê bi berxwedana xweyî sedsalî û dîrokî xwe bi cîhanê da nasanîn. Kobanê bûye eniya aştî, azadî, demokratîk û nûnera cîhanê ye. Di pêşiyê de jinen YPJ'ê bûye sembola hemû jinên cîhanê."
(kom/zt)

