'Hêviya tibbî' li gumrukê asteng kirin!

09:44

 


JINHA


RIHA  - Endamên Komeleya Mafê Mirovan û Aştiya Navneteweyî ku di çarçoveya kampanyaya ‘Hêviya Tibbî’ ya bo Kobaniyê ji Kanada û Amerîkayê 300 kîlogram dermanên berhev kirin û anîn Tirkiyeyê rastî astengiya gumrukê hat. Heyetê ji bo ku derman bigihêjin Kobaniyan ketin nava liv û tevgerê.

Heyeta Komeleya Mafê Mirovan û Aştiya Navneteweyî (ISPHR) ku ji doktor, aktîvîstan pêk dihat û li Kanayê xebatê dimeşîne bi armanca piştevaniya Kobanê hat Pirsûsê. Di çarçoveya kampanyaya ‘Hêviya Tibî’ de 300 kîlo dermanên ji Kanada û Amerîkayê berhev kirin anîn Tirkiyeyê û li Stenbolê rastî astengiya gumrukê hatin. Heyet piştî ku rewşa kobaniyan lêkolîn bike û kêmasiyan tespît bike wê biçin Kanadayê û xebatên xwe wê li gorî kêmasiyan bimeşîne. Heyet çû gundên ku nobet lê didome û dan zanîn ku şervanên YPG û YPJ’ê bo hemû mirovahiyê têdikoşe.

'Destûr nedan em dermanan bînin vir'

Rêvebera ISPHR Dr. Saren Azer ku di navbera 2007-2010’an de li herêma Federal a Kurdistanê li kamp û gundên penaberan xizmet da niha jî di kampanyaya ‘Hêviya Tibbî’ ya bo Rojava de cih digire diyar kir ku ew ji bo penaberên kurd xebatê dimeşînin û wiha berdewam kir: “Ji bo em rewşa penaberê Kobanê yên li Pirsûsê bi cih bûne lêkolîn bikin em hatin vir. Ez kurdek Mahabadî me û welatiya Kanadayê me. Me 300 kîlo derman anî. Lê destûr nedan em van bînin. Ligel ku hemû amûrên tenduristiyê bûn destûr nedan.”

'Azadbûna Kobanê azadiya Kurdistanê ye'

Saren da zanîn ku li Kanadayê gelek sazî bo penaberên Kobanê bi mehan xebatên cidîmeşandine û bi taybet li Amerîka, Kanada û welatên cuda yên Ewropayê xebat hatin meşandin û bi armanca balê bikişînin ser pirsgirêkên rojavayiyan, em hewl didin piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê. Saren destnîşan kir ku berxwedana Kobanê bo kurdan destpêkek dîrokî ya nû ye û wiha berdewma kir: “Berxwedana herî mezin ya dîroka kurd e. Ji ber vê dilê hemû kurdan li vir davêje. Azadbûna Kobanê azadiya çar parçeyên Kurdistanê ye."

'Nasnameya kurdan a nû Kobanê ye'

Endamê ISPHR’ê Mihemed Hadimiyanî ku ew jî kurdekî Îranê ye got bi armanca piştevaniyê li Kanadayê heta niha çar meş pêk hatine û got: “Me amûrên tibî û derman bi alîkariyan kirîn. Kobanê ne tenê dengê Rojava ye. Kobanê şeref û namûsa hemû kurdan e. Li ku dibe bila bibe Kobanê nasnameya nû ya kurdan e. Xebatên bo Kobanê tên meşandin bo 40 milyon kurdan e.”

'YPG û YPJ ji bo hemû mirovahiyê ber xwe dide'

Parêzvanê Mafê Mirovan Mesut Berzincî yê ku ji bajarê Kirmanşah ê Rojhilatê Kurdistanê çûye Kanadayê û li wir dijî jî diyar kir ku 3 roj berê hatin Pirsûsê li wargehên Kobanê lê dijîn geriyan û hem ji bo hewcehiyan diyar bikin û hem jî ji bo hêj bêtir nêzî berxwedana Kobanê bibin hatin. Mesut anî ziman ku di berxwedana Kobanê de bi taybet şervanên jin destaneke dîrokî nivîsandin û ne tenê Kurdistan hemû cîhan di bin gefên komkujiyê yên çeteyên DAIŞ'ê de bûn û wiha got: "Têkoşîna şervanên YPG û YPJ'ê ji bo hemû cîhan û mirovahiyê bû."

Endamên heyetê ku niha hewl didin dermanan bigirin, kêmasiyên ku li kampan tespît dikin jî wê bi kampanyayan berhev bikin û bişînin Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bo Rojava a li Pirsûsê.

(zt)