Ji bijîşk bo girtiyên nexweş bêmafî û lêdan!

10:31

 


Nazan Turtuk / JINHA


ERZIROM – Girtiya nexweş Ruşen Bozan ya li Girtîgeha Tîpa E ya Erzurumê dimîne ji bo tedawiyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmiya Erzurumê kirin. Lê ji ber Ruşen bi destên kelepçekirî maîne nepejirand rastî bêmafiyan hat û ji aliyê bijîşk ve hat darbkirin. Parêzerê Ruşen diyar kir ku ew amadekariyê li Odeya Tabîban giliyê bijîşkê bêmafî kiriye û li girtiya nexweş dane bikin.


Di van du hefteyên dawiyê de li girtîgehên Tirkiyê 5 girtiyên nexweş jiyana xwe jidestan. Li girtîgehên Tirkiyê astengkirina tedawiyê û polîtîkaya tunekirinê ser girtiyên nexweş berdewam dike. Girtiyên rastî bê dadiya dodgehan tên vêcarê jî rastî êrîşên nijadperestiyên bijîşkan jî tên. Girtiya nexweş Ruşen Bozan ya nexweşa cilde û li Girtîgeha Tîpa E ya Erzurumê dimîne ji bo tedawiyê biribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Heremiya Erzurumê. Dema ku Ruşen li beşa cild dê hatibana dermankirin lê ji bo tedawiyê kelepçeya destê wê nevekirin, Ruşen nerazîbûn nîşan da. Dema ku Ruşen nerazîbûn nîşanî bi kelepçe mayîneyê de rastî êrîşa nijatperesti ya bijîşk hat.


‘Sepandina mayîneya bi kelepçe’


Ruşen Bozan ya ku nexweşa cilde û ji “Endamtiya PKK’ê” hikim xwariye bi riya xizmên xwe bûyer ragihand ji derve. Ruşen di 12’ê kanûna sala 2014’an de bi boneya tedawiyê birin nexweşxanê. Ruşen dema ku ketiye oda bijîşkê cild bêyî ku kelepçeya destê wê vekin û leşker ji odê derkevin bijîşk dest bi mayînê kiriye.


Ji bijîşk despêkê bêmafî û paşê jî lêdan!


Dema ku Ruşen nerazîbûn nîşanî bi kelepçe mayînekirinê daye bijîşkê beşa cild yê navê wî nehat zanîn ji dosyeya wê beşa “Endama PKK’ê” nîşan daye û gotinên bêmafiyên weke: “Ez kelepçeyê venakim. Derkeve ji vêderê here. Hun li her derê belaya serê mene. Ji vêderê here yan jî dê di destê min de qezayek çêbibe” ji bo wê gotine. Paşê jî bi kulman êrîşî Ruşen kiriye. Piştî êrîşa bijîşk leşkeran Ruşen ji odeya mayînê derxistine û bijîşk di dosyeya wê de jî weke “Nexweş bi xwe nexwestiye tedawî bibe” nivisiye.


‘Parçeyek ji polîtîkaya tunekirinê’


Bêyî tedawî bikin Ruşen cardin vegerandin girtîgehê. Ruşen ya ku bûyer vegotiye diyarkiriye her dem tedawiya wan tê asteng kirin û ew rastî êrîşên nijadperestan tên. Ruşen aniye ziman k udi girtîgehan de ser wan polîtîkaya tunekirin û  helandinê tê meşandin. Ruşen bilêv kiriye ku ev polîtîkayane ji polîtîkaya AKP’ê ne cudane. Ruşen li gurî agahiyên bi xizmên xwe re par kirî de daye zanîn ku dê van bêmafiyên ser wan tên kirin bişopînin.


Dê parêzer serlêdana suc bike


Parêzer Kdir Guzelbaba yê ku piştî Ruşen rastî êrîşa bijîşkan hatî pêre hevdîtin kiriye, diyar kir ku dê dosyeya wê lêkolîn bike paşê ji bo cihên pêwendîdar serlêdan bike û ji bo bijîşkê êrîşkar jî serlêdana suc bike. Di heman demê de Kadir agahiyên ku giliyê wî bijîşkê êrîşkar li Odeya Tabîban kiriye.


Rêveberiya nexweşxanê îdia red kir


Girêdayî îdiayê Mudurê Xizmetên Maliyê Îsmet Teoman Turhan û rêveberiya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmiya Erzurumê pêşî li bûyerê giritin û weke tuştek wiha neyî nêzî bûyerê bûn û gotin: “Heger rewşek wiha hebana dê weke rêveberî agahiya me habana û me dê mudaxele kiribana.”


(zt)