Jinên Ciwan: Roj roja parastina welat e
11:59
JINHA
KOBANÊ – Jinên ciwan yê vedigerin Kobanê û tevlî refên YPJ’ê dibin, diyar kirin ku parastina welat erka hemû keç û xortan e banga, “roj roja parastina welat e” li ciwanan kirin.
Li Kobanê ev 4 meh e berxwedaneke dîrokî tê meşandin û dest bi paqijkirina bajar a ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye kirin. Di heman demê de tevlîbûna ciwanan a nava refên YPG/YPJ’ê berdewam dike. Li gorî nûçeya rojnameger Kendal Cûdî bi taybetî jî tevlîbûna jinên ciwan balê dikîşine. Yek ji ciwanên ku tevlî berxwedanê bûye û niha di nava refên YPJ’ê de cihê xwe digire jî Şêran Miştenûr ya li Kobanê jidayik bûye. Şêran diyar kir ku ew bi razîbûna malbata xwe tevlî nav a berxwedana Kobanê bûye û ji bo parastina xaka xwe têdikoşe.
‘Emê di rêya Arîn Mîrxan de bimeşin’
Şêran, destnîşan kir ku parastin ne tenê erka mêran e û wiha dom kir: “Ev erka keç û xortane. Em weke şervanên YPJ’ê soza şopandina riya Arîn Mîrxan û şêhîdên berxwedana Kobanê didin."
Ciwana bi navaê Viyan Amara ku ew jî li gundê Pîr Reş yê herêma Kobanê ji dayik bûye, 4 mehan li Bakûr maye, lê li gorî gotina wê êdî dûrbûna ji xaka xwe tehemul nekiriye û vegeriyaye Kobanê. Viyan hatina xwe ya nava berxwedana Kobanê bi van gotinan anî ziman: “Min ji malbata xwe re got ez ê herim Kobanê û tevlî YPJ’ê bibim. Ez niha di nava refên YPJ’ê de me û gelekî kêfxweşim. Ger ku îro li Kobanê jina kurd weke jinên Şengalê rastî êrîş û komkujiyan nehatibe, ev bi hêza YPG û YPJ’ê pêk hat iye.”
Viyan bang li hemû ciwanan kir ku tevlî şerê rûmetê bibin û got: “Roj roja parastina welat e".
(zt)

