Ji kesên di bin baranê de li ber xwe didin silav
12:05
JINHA
RIHA - Welatiyên li gundên Mehser û Miseynterê di bin baranê de nobeta xwe ya berxwedanê didomînin û di roja 123'emîn de çalakiya xwe ya silavkirinê li dar xistin.
Berxwedana dîrokî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 123'an de berdewam dike. Operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê yên paqijiyê berdewam dikin. Ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê welatiyan li sînor dest bi nobeta berxwedanê kir û bi biryarî berdewam dike. Ligel baranê sedan welatiyên li gundên Mehser û Miseynterê berê xwe dan Kobanê û zincîra mirovan pêk anîn û silav ji Kobanê re şandin. Endamên Komeleya Mafên Mirovan û Aştiya Navneteweyî yên ji Kanadayê hatin, Hunermend Aynur Dogan, endamên Federasyona Karkerên Tirkiyeyî yên ji Almanyayê hatin û hevşaredara Pirsûsê Zuhal Ekmez jî tevlî çalakiyê bûn.
(zt)

