Di konbajaran de ezmûna yekem

12:10

 


JINHA


RIHA - Xwendekarên di nava Konbajarên ji aliyê şaredariya Pîrsusê ve hatin vekirin de perwerdê dibînin piştî perwerdeya 3 mehan îro ketin ezmûnê.


Xwendekarên konbajarên Suphî Nejat Agirnasli, Rojava, Kobanê, Kader Ortakkaya, Şehîd Gelhat, Arîn Mirkan îro ketin ezmûnê. Ji bo ezmûnê hem di nava malbatan de hem jî din ava zarokan de heyecanek mezin hebû. Ezmûn li hemû konbajaran di saet 09:00’an de destpêkir û saet 10:00’an de jî bi dawî bû.


‘Îro ji bo zarokan bûye şahiyek’


 Mamosteyê zimanê kurdî ya di dibistana Ehmedê Xanê ya li konbajarê Rojava Rodîn Mihemed got ku piştî perwerda 3 mehan ezmûnek pêk anî û wiha axivî: “Me îro dest bi ezmûnan kir. Şagirtên me yên seretayî ne. Xwendin û nivîsandin, bîrkarî û wêne saziye. Beriya hefteyekê me ji şagirtan re goti bû xwe amadekin û îro me ezmûna xwe pêk anî.” Mamosteya zimanî kurdî ya li konbajarê Suphî Nejat Agirnaslî mamoste Newroz û Almas Elî jî diyar kirin ku armanca wan encama pêşketina xwendekaran diyarkirine. Mamoste Newroz wiha got: “Ev cara yekemîne em ji zarokan re ezmûnê amade dikin ji bo hemû şagirtên xwe ez serkeftinê dixwazim.” Mamosta Almas Elî ji got ku ji ber cara yekeme zarokan  coşek mezin çêbûye û wiha pê de çû: “Bi rastî îro ji bo zarokan bûye şahiyek. Êdî di zanin dibistanên bi zimanê xwe çiqas xweşin. Bi rastî em jî pir keyfxweşîn. Herî dawî emê ji bo hest û ramanên xwe bînin ziman. Emê nivîsekê jî bi xwazîn û serkeftinê ji bo wan dixwazim.”


(Kom/zt)