HDK: Dewlet li Cizîrê terorê dike û tolê hiltîne
13:26
JINHA
ENQERE - Hevberdevkên HDK'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu dan xuyakirin ku polîs li Cizîrê her roj mirovekî qetil dikin û gotin, "Diyare dewlet, ji bo bûyerên nû biqewimin, di nava hewldaneke taybet de ye." Di daxuyaniyê de bang li hêzên demokrasiyê hat kirin ku li hemberî cînayetan dengê xwe bilind bikin.
Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, der barê terora dewletê ya li Cizîrê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di rojên dawî de her roj mirovek, ciwan an jî zarokek li Cizîrê tê qetilkirin û bibîr xist, ku polîsan herî dawî zarokê bi navê nîhat Kazanhan ê 12 salî qetil kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewlet li Cizîrê terorê dike û tolê hiltîne. Dewlet, vê nerazîbûna demokratîk dixwaze bi kuştinê bitepisîne. Ev jî têra dewletê nekir, ciwan û zarokan ya di dema kar de ya jî di dema lîstikê de bi guleyên polîsan tên qetilkirin. Polîs bi zanebûn û hedefgirtinê, guleyan ji bo kuştinê direşînin" û ev xal hat destnîşankirin: "Çend roj berê, Umît Kûrt ê 14 salî, dema li ser karê xwe bû bi guleyên ji panzerê hatin teqandin, jiyana xwe ji dest dabûn. Duh jî li Cizîrê tevî ku ti çalakî tinebû, di encama êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û guleyan de zarokê bi navê nîhat Kazanhan ê 12 salî hat qetilkirin. Şahidên bûyerê destnîşan dikin Nîhat Kazanhan ê 12 salî, dem ji xwe re dilîst, ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Di demeke ku xendekên li taxan hatin dagirtin, Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak li gel Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz ji bo hevdîtina bi rêxistinên civakî û gel çû Cizîrê de, dewlet ji bo bûyerên nû derxîne, ketiye nava hewldaneke taybet."
Tûncel û Kurkçu diyar kirin ku li Cizîrê ji 27'ê Kanûnê û vir ve hejmara mirovên hatine kuştin derketiye 6 kesan û destnîşan kirin, ku kiryarên van kuştinan hînê nehatine aşkerakirin. Di daxuyaniyê de hişyariya "Em li cihê ku êdî gotinê hukmê xwe winda kiriye, ne. Em ê li hemberî van cînayetan bêdeng nemînin" hat dayîn û hat gotin, "Kongreya Demokratîk a Gelan wê li hemberî van cînayetên di rojên dawî de bi rêk û pêk tên kirin, nerazîbûna xwe ya demokratîk bi awayekî xurt nîşan bide." Di daxuyaniyê de bang li hêzên demokrasiyê hat kirin ku li dijî van cînayetan dengê xwe bilind bikin û nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin.
(zt)

