Li Cizîrê Nîhatê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin sipartin axê

14:18

 


JINHA


ŞIRNEX  - Li Cizîrê Nîhatê 12 saliyê ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin sipartin axê. Hevalên Nîhat yên dibistanê bi pênûs û lênûsên xwe ve beşdarî merasîma cenaze bûn û paşê jî li ber deriyê qeymeqamiyê dest bi çalakiya runiştinê kirin.


Cenazeyê Nîhat Kazanhan ê 12 salî yê ku şevê din li taxa Yafes a navçeya Cizîrî ya Şirnexê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin piştî otopsiya li Amedê bi tevlîbûna gelek wesayîtan anîn Cizîrê. Cenazeyê Nîhat li kolana Arîn Mîrxan ji aliyê deh hezaran kesan ve bi dirûşmên "Nîhat nemir e", "Şehîd namirin" û "Kujer dewlet kujer AKP" hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Kazanhan, alên PKK û KCK û HPG'ê hatin vekirin. Cenazeyê Nîhat bi meşekî girseyî birin Goristana Asrinê ya Cizîrê. Bi hatina cenaze hemû esnafên navçeyê dikanên xwe girtin û xwendekaran jî dibistan boykot kirin û tevlî meşê bûn. Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, hevşaredarên herêmê, rêveberên HDP, BDP û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Piştî meşê cenazeyê Nîhat bi dirûşmeyan hat definkirin. Piştî rêzgirtinê sruda "Ey Reqîp" hat xwendin.

Hevserokê Rêxistina MEYA-DER'ê yê Cizîrê Mela Qasim Yîgît diyar kir ku kesên berxwedana gelê Cizîrê hazmnakin zarokekî din qetil kirin û wiha got: "Guleya li serê Nîhat dayîn di heman demê de li pêşeroja Tirkiyeyê û dilê kurdan hate xistin."


‘Gelê Botan- Cizîrê dê bi rihê serhildanan vê yekê berteraf bike’


Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî wiha got: "Hêzên dagirker ên dewlet û hikûmetê zarokekî me yê din qetil kir. Tiştên tên jiyîn ji şerekî zêdetir in. Exlaq û hiqûqî şer jî heye lê hêzên dagirker bêexlaqiyekî gelek mezin kirin. Gelê Botan- Cizîrê dê bi rihê serhildanan vê yekê berteraf bike." Faysal peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji aliyê Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle ve hat ragihandin bi bîr xist û wiha axivî: "Serokatî di peyama xwe de dibêje 'Divê hûn li hemberî hemû provokasyon û hîleyan hişyar bin û bi rêxistinkirî tevbigerin.' Erê em jî dibêjin peyma Serokê me ji bo me esas e. Em ê weke Birêz Ocalan got hişyar bin, bi rêxistînkirî bin. Lê dema em vê yekê dikin em teqez teslîmiyetê qebûl nakin. Em destûrê nadin zarokên me ji me bigirin."

Piştî axaftina girse ber bi taxa Yafes a ku Kazanhan lê hatî qetilkirin ve meşiyan.

Xwendekaran qeymeqamtî bi pênûsan protesto kirin

Xwendekarên dibistan boykot kirin di meşê de ji girseyê veqetiyan bi meşê li ber avahiya qeymeqamtiyê ya li kolana Orhan Dogan ve meşiyan û li ber avahiyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Xwendekaran nêzî nîv seatê çalakî li dar xist. Xwendekaran pênûs û lênûsên xwe avêtin baxçeyê qeymeqamatiyê û qetilkirina hevalê xwe şermezar kirin. Xwendekaran piştre bi dirûşman heya cihê komkujiyê meşiyan.

(zt)