Li gundên ser sînro leşkeran lêger kirin

14:35

 


JINHA


RIHA - Gelek leşkerên bi maşînên zirxî hatin gundên Mehser û Miseynter ên ji bo destek kirina berxwedana Kobanê lê çalakî tên lidarxistin, der heqê Kobaniyên li gundan dimînin, yên ji bo destekê hatine ser sînor û muze û pirtûkxaneya li Miseynterê de, agahî girtin.


leşkerên hatin gundên berxwedanê Mehser û Miseynterê, der heqê konên li gundan hatine vedan û yên hatine ser xeta sînor de agahî girtin. Leşkerên ku destpêkê bi 6 maşînên zirxî hatin gundê Mehserê, ji ber gelê li herêma berxwedanê der heqê hejmara Kobaniyan û yên ji bo destekkirinê ji derve hatine de agahî girtin. Leşker dûre li nava gund geriyan û paşê li maşînên xwe siwar bûn û derbasî gundê Miseynterê bûn. Leşkerên ku li vir jî agahî stendin, ketin hundirê Muzeya Arîn Mîrxan û pirtûkxaneya Kader Ortakaya. Leşkeran pirsa 'pirtûkxane û muze ji aliyê kê ve hatiye kirin' li mirovên li gund kirin û piştî ku li konên li gund temaşe kirin, bi maşînên zirxî ji gund derketin.


(zt)