Cenazeyê şervanê YPG'ê Abdulkadîrhat Pirsûsê
08:49
JINHA
RIHA - Cenazeyê şervanê YPG'ê Abdulkadîr Yildirim (Gezgor Urfa) ê ku li Dêrîka Hemko di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê yê Qoserê hate wergirtin û anîn Pirsûsê.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Abdulkadîr Yildirim (Gezgor Urfa) ê ku li Dêrîka Hemko di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bû ji aliyê malbata vî li Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê hate wergirtin anîn Pirsûsê. Cenazeyên Abdulkadîr li Elîgorê û konbajarên welatiyên Kobaniyan lê dimîne bi dirûşmên "Şehîd namirin" , "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" hat pêşwazîkirin.
Cenazeyê Abdulkadîr dê îro li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bê rawestandin û dê sibê seat 10.30'an de li gundê Etmanekê bi girseyî bê oxirkirin.
(kom/zt)

