Wexfa Jinên Azad xwe civakî dike
09:11
Şevin Şervan/JINHA
QAMIŞLO – Beriya niha çar mehan li Rojava Wexfa Jinên Azad hat avakirin. Wexfa jinan ne tenê ji bo jinên kurd her wiha dibe bersiva jinên ji çand û baweriyên dinê jî. Li gel ku ev demek kine hatî avakirin jî xwe gihandiye gelek jinan û perwerdeya hişmendiyê dide jinan. Ji avakarên Wexfa Jinên Azad Axîn Yakut diyar kir ku dê xebatên wexfê zêdetir bi baldarî bên berdewam kirin.
Berî niha çar mehan li Rojava Wexfa Jinên Azad hat avakirin. Li gel demek kine wexfê dest bi xebatên xwe kiriyîn jî xwe gihandiye gelek jinan. Wexf tenê bi jinên kurd re sînor nemaye, heya niha xwe gihandiye gelek jinên ji çand û baweriyên cuda. Wexfa ji 5 komîteyan pêktê bi perwerde, tenduristî û pirsgirêkên civakiyên jin û zarokan re mijul dibe. Ji avakarên Wexfa Jinên Azad Axîn Yakut da zanîn ku berî ew wexfê avabikin ser mînakên cîhanê lêkolîn kirine û wiha avakirine. Axîn anî ziman kul i gel wê bi jinan re jî nirxandin kirin û wiha got: “Li ser pêşniyarên derketin pêş berî niha çar mehan me wexfa xwe avakir.” Axîn destnîşan kir ku ji xwe li Rojava saziyên jinan hene lê bi wexfê re zêdetir xebatek baş tê kirin.
‘Di aliyê civakî de wexfa me mînaka despêkêye’
Axîn derbirî kul i Rojava yekem care xebatên wexfê tên kirin û wiha domand: “Ji ber wexf nûye hîna pir nayê naskirin. Dema ku wexf tê gotin weke wexfên îslamiyê yên di Rojhilata Navîn de tên rêvebirin tê hişê mirovan, kes aliyê wê yê civakî nafikirin. Di aliyê civakî de wexfa me mînaka despêkêye. Me pêdivî bi xebatên wexfê dît, her çendî zor jî be me xebatên wexfê giring dîtin. Me li Qamişlo Navenda Jinan avakir. Li kantonên Efrîn û Kobanê jî projeya me ya avakirina wexfan heye.” Axîn bilêv kir ku rêveberiya wexfê ji 5 kesan pêktê, din ava rêveberiyê de jî karbeşî heye û wiha berdewam kir: “Me komîteyên weke perwerde, tenduristî, proje, çapemenî û malyeyê avakirin. Em weke wexfa jinan hewildidin bi saziyên jinan re têkiliyan danin. Emê ji tecrubeyên wan jî sudê bigirin.”
‘Perwerdeya tenduristiyê tê dayîna jinan’
Ji rêveberên Wexfa Jinan ya Azad Şehnaz Xelîl jî diyar kir ku we jî di komîteya tenduristiyê de cîh digire û got: “Şerê li Suriyê tê jiyandin ziyanê dide tenduristiya gel. Şertên şer ser tneduristî, fîzîk û giyana jin û zarokan bandorên mezin dihêle. Ji ber van sedeman me li kantona Cizîrê komîteya tenduristiyê avakir. Me despêkê li Serêkaniyê vekir û niha jî ji bo li Tiltemirê bê vekirin em amadekariyan dikin.” Şehnaz anî ziman ku ji bo di aliyê tenduristiya mirovan de agahî bê dayîn ew dixebitin û wiha domand: “Di heman demê de alîkariya Wezîrê Tenduristiyê, Meclisa Tenduristiyê û Heyva Sor jî dibe. Ji bo jiyanek bitendurist bijîşk perwerdeya tenduristiyê didin jinan. Ji bo di aliyê tenduristiyê de hişmendiyek bê dayîn li hemû taxan komîteyên tenduristiyê me avakirine.”
‘Em li her qadê perwerde didin jinan’
Ji rêveberên Wexfa Jinên Azad Hena ya di konîteya perwerdê de cîh digire jî balkişand ser şerê li Rojava tê meşandin û wiha domand: “Ji ber şertên şer gelê me bi gelek zoriyan re ru bi ruye. Ji bo ji zoriyên hatîn jiyan kirin re çareserî bê dîtin me dest bi vê xebatê kiriye. Em hewil didin zoriyên jin û zarokan jiyan kirine bi riya perwerdê bidin derbaskirin. Em di her qadê de perwerdê didin jinan. Em di heman dem ê de ser qada aboriyê jî dixebitin. Ji bo ku huner û hilberîna jinan derkeve holê em di hemû taxan de xebatên xwe yên perwerdê berdewam dikin.” Hena anî ziman ku ji bo ew zarokan ji navendên şer dur bigirin perwerda zimanê dayîkê didin wan. Hena bilêv kir ku ji bo karê jinan hêsan bikin wan li Qamişlo kreş vekirine. Hena di dawiyê de bilêv kir ku ji bo bajarên dinê jî pirojeyên wan yên xebatê hene.
(zt)

