Çeteyên DAIŞ'ê nexweşxaneyên Rihayê ji xwe re kirine mesken!
09:16
JINHA
RIHA - Li sînor gelek caran wêne û dîmenên Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê hatin kişandin û piştgiriya Tirkiyeyê ya ji çeteyan re vê carê li nexweşxaneyên Rihayê hate dîtin. Li gorî dîmenên DÎHA'yê bi dest xistin çeteyên DAIŞ'ê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê ev piştgirî careke din hate qeydkirin.
Piştî êrîşa li hemberî kovara Charlîe Hebdo ya li paytexta Fransa Parîsê, têkiliya rêxistinên terorê yên radîkal îslamê ya bi Tirkiyeyê re, têkiliya samîmî ya leşker û çeteyên DAIŞ'ê ya li sînorê Kobanê, çeteyên DAIŞ'ê bi rihetî sînor derbas kirin, piranî çeteyên DAIŞ'ê bi ser Tirkiyeyê re derbasbûna Sûriyeyê hemû cîhan nerihet kir. Kesên li Fransayê êrîş li dar xistin ji ber ku bi ser Tirkiyeyê re derbas bû dê Tirkiyeyê bêxe zorê. Li gorî dîmenên DÎHA'yê bi dest xistin piştgiriya Tirkiyeyê ya ji çeteyên DAIŞ'ê re çareke din derket holê. Çeteyên DAIŞ'ê yên birîndar ên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê tên dermankirin û piştre careke din paşve diçin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên bi navê Muhamed Kerduş û Muhanne Bedîncan ên birîndar û li beşa Plastîk Cerrahê ya nexweşxaneyê di odeya 723'an tên dermankirin û pêwîstî xwe bi veşartinê nabînin. Çeteyên DAIŞ'ê yên weke refeqatvan dikevin odeyê jî nîşaneya çeteyên DAIŞ'ê çawa Rihayê weke baregehe bi kar tînin dide xuyakirin. Dîsa di heman beşê de li odeyên 726 û 727'an çeteyên DAIŞ'ê tên dermankirin û hate ragihandin ku hejmara çeteyên li nexweşxaneyê tên dermankirin gelek zêde ye.
Berê jî tevgera çeteyên DAIŞ'ê yên li termînal û nexweşxaneyê Rihayê ji aliyê DÎHA'yê ve ji raya giştî re hatibû parvekirin.
(zt)

