Bi kevneşopiyên Êzidîtiyê sembola jinên azad Bêrîvan...

09:24

 


Bacı Anuk / JINHA


WAN –  Yek ji pêşengên jin yên nava PKK’ê û rêveberek ya tevgera jinên azad yên Êzidî Binevş Agal (Bêrîvan) di 18 çileya sala 1989’an de li Cizîrê hat qetilkirin. Bêrîvan di nameyek ya xwe de gotibû: “Di Kurdistanê de jiyan jî xweşe, mirin jî …” Mîrasê Bêrîvanê yê li Cizîrê di salên 1990’î de jî pêşengiya serhildanan kir. Her çendî ser qetilkirina Berêvanê re 26 sal derbas bûye jî li Cizîrê mirov derê kîjan malê veke çîrokek ya Bêrîvanê heye. Navê hemû zarokên keç yên piştî wê hatine dinê Bêrîvan û bi bîranînên wê hatine navkirin. Her zarokên keç yên mezin dibin destanên Bêrîvanê yên azadiyê bihîstine. Destan ewe ku her roj giyanê Bêrîvanê li Cizîrê vedigere serhildanê.


Binevş Agal (Bêrîvan) di salên 1990’an de li Cizîrê  li hemberî tarîtiyê qehremana berxwedanêbû. Cîhanê ew weke bingehê serhildanên Cizîrê naskir. Binevş Agal di bêdawîtiyê de şopek kur hêlaye. Di sala 1966’an din ava malbatek Êzidi ya li gundek yê girêdayî navçeya Qubînê ya Êlihê weke zaroka çarem çavên xwe li cîhanê vekiriye. Malbata wê ji destana kurdi ya “Cembeliyê kurê Mîrê Colemêrgê û Binevşa Narîn” ya ku bi hezarî salan xwe din ava kurdan de daye jiyan ketine rê û navê Binevş lê kirine. Piştî darbeya 12’ê Îlona sala 1980’an malbata wê neçar ma cîh û warên xwe berdin û peyîder pê ber bi Ewrupa ve biçin, heya gihiştin bajarê Celle yê Ewrupayê. Binevş ji rêxistina PKK’ê bandor dibe û tevlî nava refên PKK’ê dibe. Ji bo balkişandina ser rewşa giriyên PKK’ê û tekuşîna netewiya kurdan di despêka nîsana sala 1984’an de meşek tê kirin. 30 – 40 kes beşdarî meşê dibin û mehekê meş berdewam dike. Kelecana meşa Hannover- Bonn ê bandorek mezin hêla. Din ava wê meşa azadiyê de Binevş tenê jinbû. Binevş di rêxistinkirina gelê Cizîrê û tayîbetî jî jinên Cizîrê de pêşengî kiriye. Bêrîvan li Cizîrê şoreşek mezin kiriye û gel bi rêxistin kiriye. Binevş yekem jina Êzidi ya beşdarî nava refên PKK’ê bûye. Her cihê ku çuyê rolek mezin di aliyê civakî kirina tekoşîna jinan û tekoşîna netewiya gelê kurd de.


‘Herer şoreşa Rojava bê nivîsîn divê ji Bêrîvanê despêbike’  


Bêrîvan hem weke jin û hem jî weke Êzidî despêkê beşdarî nava refên PKK’ê bûye. Cara yekem bû jinek Êzidî ji bo tekoşîna netewî derdikeve çiyan. Di sala 1985’an dema Bêrîvan din ava refên PKK’ê debûye û derbazî Rojava dibe, li wê tovê rêxistinkirina jinan avêtiye. Bêrîvanê li Rojava hem di rêxistinkirina jinan û hem jî ya Êzidiyan de rolek giring giritiye. Din ava demek kin de ji aliyê gel ve pir tê heskirin, weke wê ji tekoşîna wê jî heskirin. Nivîlskar Ahmet Aktaş yê k udi rojên Rojava de bi Bêrîvanê re hevaltî kiriye wiha Bêrîvanê tîne ziman: “Heger kesên di dîroka PKK’ê de şop hêlane bên rêzkirin, şoreşa Rojava bê nivîsîn divê ji em ji Bêrîvanê despêbikin.” Di sala 1988’an de ji Cizîrê ya Rojava derbazî aliyê Tirkiyê Cizîra Botan dibe. Di dema xebatên Cizîrê de navê “Zozan” li xwe kiriye. Gelê Cizîrê jî ji bawerî û hêza wê ya berxwedanê bandor dibin û bi wî awayî rêxistinek bi hêz ya gel avadibe.


Bêrîvanê dem dem ji bo malbata xwe name dinivîsî. Berî ku ji Rojava derkeve ji bo malbata xwe nameya dawiyê dinivîse. Bêrîvan di nameya xwe ya dawiyê de pênûs girtiye destê xwe û wiha nivisiye: “Di vê qadê de ez nameya dawiyê ji bo we dinivîsim. Min di nameya xwe ya berî vê de ji bo we nivîsîbû ezê biçim welat, niha jî ji bo çuna welat ez amadekariyên xwe yên dawiyê dikim. Piştî 8 salan carekdinê ji ber vegera li welatê xwe yê xweşik ez gelek kêfxweşim. Li Kurdistanê jiyan jî xweşe, mirin jî…”


Bêrîvanê mal nehêla neçuyê


Bêrîvanê di xebata xwe ya Cizîrê de gundê ku neçuyê mala ku neketiyê nehêlaye. Salih Cizîri yê wê demê li gel Bêrîvanê hevaltî kirî jî wan rojan wiha tîne ziman: “Çî herêma diçuyê zu diket nava wan. Weke di wê demê de gelek jinên Cizîrê çarşaf li xwe dikirin, wê jî çarşaf li xwe dikir. Wê ji jinên Cizîrê cudakirin ne gengazbû. Heta zarokek digirt hembêza xwe û mêrek digirt kêleka xwe û wiha digeriya. Ji bo balê nekêşe xwe li gor hemû kevneşopiyên civakî diguncand. Nedigot ‘Vêca ev çarşaf çiye? Qet ji bîra min naçe dê rojekê heval çobana çalakiyê, lê wê Bêrîvan nebiribana wê li gel xaltiyek bi navê Asya dihêlin. Dema ku heval tên xaltiya Asya ji wan re dibêje ‘Ev hevala we ne dixwe, ne vedixwe, ne radikeve bê navber li nava malê diçe û tê.’ Gelek balkêş bû lê ji bo ku Bêrîvan xwe di giyan de li gel hevalên xwe hîsbike çalakiyek wiha hilbijartibû.


Zozan û Bêrîvana Cizîrê…


Ji bo deşifrekirina Bêrîvan ya ku bi fîzîkî weke jinên Cizîrê xwe dipêça ser demanceyekê “Zozan” nivîsîbûn û avêtibûn hindirê şikeftekê. Dema ku ew demance kete destê leşkeran êdî li nava kolanên Cizîrê her derê li “Zozan” digeriyan. Di 18 Çileya sala 1989’an di encama operasonekê de di hindirê malekê de Bêrîvan dîtin, despêkê gulebaran kirin û paşê jî bi îskencê qetilkirin. Xwediyê mala ku Bêrîvan lêdima Emin Elçi Torun jî di destê wî de nan li nava kolanê gule serde dibarandin. Şihadeta Bêrîvanê di Cizîrê de agirik neyê vemirandin pêxist.


Hîna giyana Bêrîvanê li nava Cizîrê digere


Neweroza 1990’an hêrsa qetilkirina Bêrîvanêbû. Qetilkirina Bêrîvanê ew tune nekir. Berevajî ew din ava tekoşîna gelê kurd û tekoşîna jinên kurd de bêdawî kir. Bi tayîbetî jî li Cizîrê zarokên keç yên piştî wê hatin dinê navê wan kirin Bêrîvan û jinan ji tekoşîna wê îlham girtin. Bêrîvan bi nasnameya Êzidîbûnê kete nava gelê Cizîrê û carekedinê derneket. Gelê Cizîrê û tayîbetî jî jinên Cizîrê yên tekoşîna Bêrîvanê dipejirandin ew weke sembolekê lêkirin û di her serhildanê de dan jiyankirin. Îro mirov li Cizîrê bikeve kîjan malê çîrokek ya Bêrîvan- Zozanê heye û navê wê heye. Piştî sala 1989’an hemû zarokên keç yên Cizîrê  bi bîranîn û navên wê hatin navkirin. Her keçên ku bi çîrokên wê mezindibûn di dema mezinbûnê de jî ew ji bo weke çîroka azadiyê didîtin. Efsane ewe ku her roj giyana Bêrîvanê li kolanên Cizîra Botan vedigeriya serhildanê.


‘Bi her awayî Bêrîvan çavkaniya vîna meye’


Yek ji nirxandinên ser Bêrîvanê jî ji aliyê yek ji kadroyên pêşengên PKK’ê û Endama Rêveberiya KCK’ê Sozdar Avesta ye. Sozdar Avesta ya ku ew bi xwe jî Êzidiye di roportajek xwe ya sibata sala 2014’an de girêdayî Bêrîvanê ev nirxandin kiribû: “… Ya despêkê din ava vê tevgerê de bi bertekên civakî serhildan kirî keça Êzidî Bêrîvan bû. Erê heval Bêrîvan li Cizîra Botan a ku mirov dikarî weke paşdemayî bibîne gel li derdora wê kombûn û rabûn serhildanê. Di vê mijarê de kîtleya jinên Botanê di cîhanê de mînakin. Bi rastî jî di aliyê çanda xwe dayîna jiyankirin, bi zimanê xwe axaftinê, bi rola xwe ya din ava siyasetê de ji bom e tevan çavkaniya vîn û serbilindiyê ye. Her jinên Botanê yên ku em bi wan re axiftine gotinên weke ‘Ji bo gihiştina me keda Bêrîvanê heye. Bêrîvanê ev hişmendî daye me.’ Her wiha li wê heval Binevş, heval Behiye Yaşit, heval Xanê yên ku beşdarî vê tevgerê bûne û şehîdketine. Di aliyê berxwedanê de divê jinên Êzidî jî weke şopdarê wan nirxên mebin…”


 (zt)