'Çeteyên DAIŞ'ê 4 mehan îşkence li min kirin'
09:28
JINHA
RIHA - Welatiyê bi navê Bekîr Remo 4 meh berê li gundê Şêranê di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de dîl tê girtin, çavên wî digirin û dibin Reqqayê. Bekîr diyar kir ku 4 mehan îşkence li wî kirine û wiha got: "Çav, dev û destên min girtibûn. Bi ava şid îşkence li min dikirin. Dengê hawara min ne diçû kesî. Bi pihînan li canê min dixistin. Tiliyên xwe xistin cavên min û hindik mabûm ez kor bûbama. Pê li canê min dikirin. Canê min şîn û reş bûbû."
Welatiyê bi navê Bekîr Remo (55) 4 meh berê li gundê Şêranê di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de dîl tê girtin, çavên wî digirin û dibin Reqqayê. Piştî 40 rojî li vê derê dimîn e û tê berdan û vedigere gundê xwe Şêranê. Bekîr diyar kir ku ji ber ku xwişka wî nexweş bû di nav ciyan de ye, terka gundê xwe nekiriye. Bekîr destnîşan kir ku dema hat Şêran du roja şûn de xwîşka wî jiyana xwe ji dest dide û wiha got: "Ez bi xwişka xwe tenê li gundê Şêranê dijîm. Rojekê me dît çeteyên DAIŞ'ê êrîşî ser gundê me kirin. Xwişka min nexweş bû û nikarî bû rabe ser xwe. Dema xwişka min jiyana xwe ji dest da, çeteyên DAIŞ'ê nehiştin ez xwişka xwe têxim gorê. Dîsa ez girtim û vê neqlê ez birin Girê Spî."
'Canê min reş û şîn kirin'
Bekîr anî ziman ku çeteyan her du destên wî ji paş ve girê dane û bi rojan îşkence li wî kirine. Bekîr destnîşan kir ku wî bi şût û tazî kirine, heta sibehê îşkence lê kirine û bi kelogirî behsa wan rojan dike: "Çav, dev û destên min girtibûn. Bi ava şid îşkence li min dikirin. Dengê hawara min ne diçû kesî. Bi pihînan li canê min dixistin. Tiliyên xwe xistin cavên min û hindik mabûm ez kor bûbama. Pê li canê min dikirin. Canê min şîn û reş bûbû. Niha gelek birînê min rehet bûye. Dîn û wijdan bi wan re tine bû. Her tim ji kurdan re xeber didan. Ev tiştên min kişand ti kesî ne kişandiye."
'Hevalên YPG'ê ez deman kirin'
Bekîr bi lêv kir ku piştî 4 mehan ew berdane û bi serê xwe 80 kîlometre meşiya ye û xwe gihandiye Kobanê û wiha got: "Ji re gotin 'eger tu li Şêranê anjî li Kobanê bimîne em ê te bikujin'. Heta ez hatim Kobanê ez dikira bimiram. Ez hatim cem hevalên YPG'ê wan ez pansûman kir û ez birin cihekî ewle. Piştre ez hatim Pirsûsê."
(kom/zt)

