'Welatiyên Kobanê ji DAIŞ'ê xelas bûn, niha jî rastî zilma dewletê tên'
09:38
JINHA
RIHA - Welatiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û warê xwe bi terikînin û hatin Pirsûsê, li êrîş û astengiyên dewletê rast tên. Wekîlê Hevşaredarê Pirsûsê Serdar Tekînalp diyar kir ku dewlet dixwaze welatiyên Kobanê yên ji ber çeteyên DAIŞ'ê koçber bûne û hatine li wargehên wan dimîne, bi zorê derxîne û di nava mercên zivîstanê de mexdûr dike.
Welatiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û warê xwe bi terikînin û hatin li konbajarên bi pêşengiya Şaredariyên DBP'yî hatin avakirin dimînin, rastî êrîş û astengiyên dewletê tên. Heta niha bi pêşangiya Şaredariyên DBP'ê 6 konbajar hatiye avakirin. Welatiyên Kobanê ev 4 meh e, hînê nû hatine hişê dewletê û tên xwestin ku welatiyan bibin kampên AFAD'ê. Nêzî 6 hezar welatiyên Kobanê yên li kampa AFAD'ê dimînin dixwazin biçin konbajarên şaredariyên DBP'ê. Dewlet ji bo avakirina konbajaran her tim astengî derdixin û her tim êrîş dikin. Herî dawî de leşkerên Tirk êrîş birin ser konbajarê "Şehîd Gelhat". Wekîlê Hevşaredarê Pirsûsê Serdar Tekînalp diyar kir ku dewlet dixwaz e welatiyên Kobanê yên ji ber çeteyên DAIŞ'ê koçber bûne û hatine konbajarên me derxe û di nav mercên zivîstanê de mexdûr bike. Serdar da zanîn ku ji bo welatiyên Kobanê pênc konbajar avakirine û ji ber ku welatiyên li gelek bajarên weke Mereş, Osmaniye, Antalya û Semsûrê ji hêla walîtiyê dewletê hatibûn derxwistin konbajarên 6. ava kirine.
'Ji zilma DAIŞ'ê reviyan, rastî zilma dewletê hatin'
Serdar destnîşan kir ku leşker her tim êrîşî konbajarê nû yê bi navê "Şehît Gelhat" dike û ligel van êrîşan konbajarên xwe ava kirine. Serdar bi lêv kir ku ev konên hatine avakirin bi biryara meclîsê û encûmenên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hatiye çêkirin. Serdar got ku , "Dewlet dixwaz e ku welatiyên Kobanê yên ji ber zilma çeteyên DAIŞ'ê hatine Pirsûsê dîsa di bin zilmê de bihêlê. Dixwazin bi zorê gel bibin wargehên xwe yên AFAD'ê. Gel naxwazin biçin konên wan. Heta niha nêzî 650-700 malbat serî li me dane û dixwazin werin li cem me bimînin. Welatiyên me yên Kobanê yên ketine konbajarê Şehîd Gelhat her roj ceryana wan tê birîn. Ev ne exlaqî ye. Ev kesan ji xwe ji ber zilmê reviyane û tu jî li vêderê zilmê li wan dike".
'Alîkarî her tim rastî astengiyan tê'
Serdar bal kişand ser alîkariyê ji gelek deveran tê Pirsûsê û wiha got: "Ji bo welatiyên me yên Kobanê hemû cîhan rabû ser piyan. Ji her derê alîkarî tên şandin. Ev alîkariyên tên jî her tim rastî astengiya dewletê tên. Yên alîkariya tînin jî, ji hêla rayedarên dewletê têbin tehdîtkirin. Gelek alîkariyên me yên sivîl hat vegerandin. Rayedarên dewletê her tim dibêjin em alî gelê Kobanê dikin. Me ti alîkariya wan ne dîtiye. Dev ji vê berde alîkariyê em dikin jî asteng dikin. Her tim qala pêvajoyê û aştiyê dikin. Ev feraset li dijî pêvajo û aştiyê ye. Em wek Şaredariya Pirsûsê em ti carî dest ji alîkarîdayîna xwişk û birayên xwe yên Kobanê bernedin. Welatiyên li AFAD'ê dimînin jî her tim cihên wan li ser serê me jî heye."
(kom/zt)

