‘Jin bi ramanên Rêber Apo re azad bûne’
09:44
JINHA
RIHA - Konbajarên ji aliyê şaredariya Pirsûsê ve hatin avakirin de ji welatiyên Kobanê gelek komsiyon hatin avakirin. Hevseroka Komisyona Rû spiyê konbajarê Rojava dayika Xanim Berkel Mihemed Ehmed da zanîn ku ew hemû pirsgirêkên civakê di nava xwe de çareser dikin.
Di 19'ê tîrmeha 2011’an de li ser bingehê bîrdoziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de xweseriya demokratîk hat îlankirin. Di nava Xweseriya Demokratîk de hemû gel, hemû rengên civakê jî din ava pergala nû de cihê xwe girt û hatin rêsxistinkirin. Çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe bi taybetî dane ser rojavayê Kurdistanê û ev jî diyar kir ku armanc hilweşandina xweseriya demokratik e. Her çiqas pergala li Kobanê hatibe rawestandin jî din ava konbajarên Pirsûsê de xweseriya demokratik bi hemû rengîniya xwe ve hatiye sazomankirin. Di nava şoreşa Rojava de tiştê ku herî zêde pêşketî berxwedana jinê bû. Dayîka Xanim Berkel Mihemed Elî jî da zanîn ku di nava şoreşa rojava de şoreşa jinê ji bo tevahiya jinên cihanê bûye mînaka berxwedana jinê.
‘Ez li Kobanê di lijneya jinê de bûm’
Li hemû konbajarên ji aliyê şaredariya Pirsûsê ve hatin avakirin komisyonên civakê hatine avakirin. Hevseroka Komîsyona Rû Spiya ya li konbajarê Rojava dayika Xanim Berkel Mihemed Elî (40) da zanîn ku bi Rêber Apo re jinê xwe naskiriye û wiha got: “ Dema ku ez li Kobanê jî ez di lijneya aramiyê da bûm. Dema ku di nava civakê de pirsgirêk derdiket me ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan xebat di meşandin. Dema ku welatî ji hevdu di xeyîdîn me aramî di nava wan de çêdikir.”
‘Em karê xwe na terkînin’
Xanim da zanîn ku di nava konbajaran de jî xebatên wan berdewam dike û ev tişt got: “ Em karê xwe na terikînin. Heya dilopek xwînê di laşe me de hebe em ê karê xwe na terikînin. Xebatên herî zêde li ser aloziyên di nava civakê de ye. Mînak dema ku di nava jin û mêrekî de pirsgirêk derdikeve, an jî di nava cîranan de an jî pirsgirêkên din û heta zarokek bi xeyide an jî pirsgirêkek bijî em li ber çareserkirina wê pirsgirêkê digerin û bi derfetên xwe ve çareser dikin.”
‘Lijneya aramiyê di çanda kurdan de heye’
Dayika Xanim da zanîn ku di nava çanda kurdan de her tim komên aramiyê hebûn lê niha hinek cuda ye û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir:“ Di çanda kurdan de ji beriya deh hezar salan heya niha ev çand berdewam dike. Heya baş tê bîra min dema bavên me de ger pirsgirêkek çêbûya mezinên gund dihatin ba hev û ew pirsgirêk çareserdikir. Niha jî me ew rol û mîsyon girtiye ser milê xwe em pêk tînin.”
‘Em pirsgirêkan di civînê de nîqaş dikin’
Xanim da zanîn ku heya niha her dem ev perga li ser mêran dihat meşandin lê niha di nava komîsyonê de jin jî cihê xwe digire û û wiha got: “ Dema ku pirsgirêk derdiket rû spî kom dibûn, xwarin û vexwarin amade dikirin û kesên pirsgirêkên wan heye tanîn cem hev ew pirsgirêk dihat çareserkirin. Niha jî em wekî wan dema ku pirsgirêk derdikeve em di nava xwe de civînekê pêk tînin û piştî nîqaşa em biryarê didin û çareser dikin. Heya niha bi destê mêran dihat kirin ev kare lê niha ew feraset hatiye guhertin û niha bi pergala hevserokatiyê ve em jî di nava vê komîsyonê de cih digirin.”
‘Em pirsgirêkan di nava xwe de çareser dikin’
Xanim bilêv kir ku di komsiyonê de 3 jin û mêrek cihê xwe digre û ev tişt got: “ Em pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareserdikin û tu kes ji derve nikare xwe tekil me bike. Em her 4 endamên lijnê tên cem hev û em nîqaşê dikin."
‘Em li ser bingehê şervanên YPJ’ê de şîn dibin’
Xanim di dawiya axaftina xwe de wiha got:“ Divê êdî jin rol û rista xwe baş fam bike û li gor dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ de dijîn. Em li ser bingehê şervanên YPJ’ê de şîn dibin. Ger ew ne bûna em jî tunebûyan. Ma darek bê kok dibe? Em darîn ew jî koka me ne. Jin bi ramanên Rêber Apo azad bûye. Silav ji bo Serok Apo.”
(kom/zt)

