'Ne tenê ji bo alîkariyê ji bo piştgiriyê bidin berxwedanê em hatin vir'

10:45

 


JINHA


RIHA - Kampanyayên alîkariyê yên ji bo welatiyên Kobanê hatin destpêkirin bênavber li her aliyê cihanê dewam dike. Ji endamên Federasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Almanyayê yên bi alîkariyên li Almanyayê komkirî hat Pirsûsê Sînan Dogan wiha got: "Ev şoreş ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji hemû gelên bindest ên cîhanê hêviyek çêkiriye. Ji ber wê me li vir in. Ne tenê ji bo alîkariyê di heman demê de ji bo piştgiriyê bidin şoreşê em hatin vir."

Kampanyayên alîkariyê yên ji bo welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe biterikînin û hatin li Pirsûsê bi cih bûn bênavber li her aliyê cihanê dewam dike. Alîkariya bi welatiyên dildar, endamên saziyên civakên sivîl, federasyon û partiyên siyasî xebatên alîkariyê bênavber dewam dike. Kampanya alîkariyê ya li Alemanyayê hat destpêkirin. Ji endamên Federasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Almanyayê yên bi alîkariyên li Almanyayê komkirî hatin Pirsûsê. Di heman demê de endamên ATÎF tevlî berxwedana li ser sînor bûn û anîn ziman ku ev şoreş ne tenê ji bo Rojhilata Navîn e ji hemû gelên bindest ên cîhanê ye.

Endama ATÎF Şehrîban Kadem bal kişand li ser kampanyayê û wiha got: "Bi taybet ji bo pêwîstiyên zarokan me xebatek aktîf da meşandin. Dîsa me pêwîstiyên demsala zivistanê alîkarî kom kir. Ev kampanya ku me bi dildarî destpêkir me peywîra xwe ya mirovahiyê bi cih anî. Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê ne tenê êrîşî Kobanê dike, DAIŞ gefeke ku li ser tevahî cihanê ye." Şehrîban derbirî ku ne tenê ji bo alîkariyê hatine di heman demê de ji bo piştgiriyê bidin şoreşê em hatin vir.

'Rasteqîn dewleta Tirkiye li paş DAIŞ'ê ye'

Endamê ATÎF'ê û pêşengê kampanyayê Sînan Dogan diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê hêzên dorhêl ve hatiye afirandin û bûne bela serê tevahî cihanê û wiha got: "DAIŞ projeyeke ji bo dîzayinkirina tevahî Rojhilata Navîn. Bi awayek rasteqîn dewleta Tirkiyeyê jî li paş DAIŞ'ê ye.

Sînan da zanîn ku hestyariya ji bo êrîşa li Fransa hatiye nîşan dan pêwîste ji bo Kurdistanê jî were nîşan dan û wiha got: "Ev şoreş ne tenê ji bo Rojhilata Navîn re ji hemû gelên bindest ên cîhanê re bûye hêviyek. Ji ber wê me li vir in. Tenê ne ji bo alîkariyê di heman demê de ji bo piştgiriyê bidin şoreşê em hatin vir."

(zt)