YPG'ê kamyona bombebarkirî bêbandor kir
10:53
JINHA
KOBANÊ – Li eniya başûrrojhilat ê bajarê Kobanê ji şevê din ve şer û pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî rû didin. Li devera di navbera gundê Termik û Miştenûrê de çeteyan kemyoneke bombebarkirî teqandin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê şevê din heta nina li eniya berxwedanê ya başûrojhilatê û bi taybet li nêzî dibistana Yermûk a Kobanê di navbera şevanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûn bi dijwarî rû dan. Her wiha îro saet di 08.00’an de çeteyên DAIŞ’ê kamyoneke bombebarkirî li devera di navbera gundê Termîk û Miştenûr ê de teqandin. Li heman deverê şer û pevçûn dijwarî didomin. Hat zanîn ku çeteyên ku derbên giran ji şervan xwarine, paş ve direvin û gelek malên welatiyan bi temamî sotandine. Li derdora Dibistana Reş jî di navbera şervan û çeteyan de pevçûn rû dan.
Pevçûn di navbera şevanan û çeteyan de heta niha didomin. Derbarê encamên van pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.
(zt)
