Li Erzurumê ser girtiyên jin 'tecrit' ê disepînin

11:25

 


JINHA


ERZURUM – Jinên girtiyên li Girîtgeha Tîpa E ya Erzurumê dimînin bi rêya malbatên xwe bêmafiyên ser wan tên kirin dan derve. Bi hinceta ‘di hindirê nameyê de hevokên gilîkirinê hene.’ Ji ber wê jî nameyên wan tune dikin. Bi hincetên di naxwaznameyan de ‘Dewletê biçuk dixin’ daxwaznameyên wan nagirin meryetê. Hevdîtina wan ya bi parêzeran re asteng dikin û bi her awayî ragihandin û gihandinên wan asteng dikin. Ji ber wê jî jinên girtî banga hestiyariyê kirin.  


Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê yên binpêkirinên mafan di asta herî bilind de tên kirin û girtiyan dixin tecrîtê. Jinên girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Erzurumê bi rêya malbatên xwe girêdayî bêmafiyên ser wan tên kirin daxuyaniyek dan. Girtiyên ku ji ber pirsgirêkên xwe gelek caran name û daxwazname nivîsîne lê bi hincetên “Di hindirê wê de hevokên gilîkirinê hene” hatine îmhakirin.


Bi hişmendiya ‘Ji ber hun mehkumin hun nikarin siyasetê bikin’


Girtiyên bi rêya malbatên xwe tenê beşek biçuk ji pirsgirêkên xwe dan derve dan dazanîn ku ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê ya di 15’ê Cotmehê de despêkirî wan jî xwestiye li gorî derfetên xwe piştevaniya çalakiyê bikin. Di çarçoveya piştevaniyê de 4 hevalên wan ketine girevabirçîbûnê. Wan jig elek saziyên peyîwendîdaryên weke Rêxistina Efoya Navnetewî û Konseya Rêveberiya Netewên Yekbûyî NY ê ji bo baldariyê name şandine lê bi hincetên weke “Dewleta T.C ê hatiye biçukxistin” hemû faksên wan hatine desteserkirin û tunekirin. Girtiyan destnîşan kirin ku nameyên rexnekirinê yan jî ji Hikumeta AKP’ê re şandina nameyan bi hişmendiya “Ji ber hun mehkumin hun nikarin siyasetê bikin” nêzdibin.


Girtiyên jin derbirîn ku tenê bi yek hevoka rexnekirinê ya di nameyekê de derbasdibe wan hemûyan tehdîdikin. Jinan anîn ziman ku pisgirêkek dinê jî îdara girtîgehê kîjan qenalên televizyonê bixwazin tenê wan dide wan. Li gel gelek caran ji bo qenala televizyonê ÎMC TV ya ku li hemû girtîgehan destur tê dayîn ji bo wan jî bê dayîn daxwazname nivîsîne jî lê nehatiye dayîn.


Mafê gihandinê yê wan asteng dikin


Girtiyên jin bilêv kirin ku hem pirtûk û kovarên ji derve tên nadin wan û hem jî nameyên wan dest didin ser û tune dikin, bi giştî mafê wan yê gihandinê asteng dikin. Girtiyan diyar kirin ku midurê nû hatî girtîgehê jî wan şiyarkiriye di aliyê divê bi tu awayî pirsgirêkên girtîgehê di çapemeniyê de dernekeve. Girtiyan dan zanîn ku pirsgirêkek din jî nehêlana parêzerên wan bi wan re hevdîtinê bikine. Girtiyan destnîşan kirin ku gelek caran dema parêzer tên ji bo wan bibînin bi hincetên weke “Mafê we yê hevdîtinê qediyaye” wan paşde vedigerînin. Girtiyên jin bilêv kirin ku bi her awayî mafê wan yên gihandinê ji destê wan hatiye girtin û ew hatine tecrît kirin.


Girtiyên jin banga hestiyariyê li hemû saziyên parêzvanên mafê mirovan kirin.


(zt)