DAIŞ’ê gundê Pirsûsê bombebaran kir

11:29

 


JINHA


RIHA - Çeteyên DAIŞ’ê bi hêza takviye ji çar milî li dijî Kobanê êrîş da destpêkirin û  yek ji topên hewanê ku wan avêtibû îsabetê gundê Koç yê Pirsûsê kir.  Hewana ku dîwarê baxçe hilweşand, gundiyan jê zirarek nedît.


Çeteyên DAIŞ’ê ku li Kobanê dijî hêzên YPG û YPJ’ê darbeyên girtin, bi hêza takwiye ya ku anîn li eniya başurêrojhilatê bajar  li derdora Dibistana Yermuk, Taxa Miştenur, Avahiya Asayîş û Dibistanan reş êrîşên nû da destpêkirin.  Di navbera gundê Termîk û Taxa Miştenur de wesayîtek bombebarkirî ya aydê çeteyan hat teqandin, çeteyan di van êrîşan de jî li dijî herêmên sivîl bi topên hewanê êrîş kir.


Yek ji topên hewanê yên DAIŞ’ê  û guleyek doçka li gundê Koç a Pirsûsê ket. Topa hewanê îsabetê baxçeyê mala Fevzî Çelîkaslan kir.  Topa hewanê dîwar hilwend. Wendahiya can çênebû.  Her wiha gelek guleyên doçka îsabetê sîwaneya hemberî mala Fevzî kir. Keyayê gund Eyyup Çîçek diyar kir ku ewlehiya canê wan nemaye û got: “Berê jî hewan û guleyan îsabetê gundê me kir. Em nizanin ku DAIŞ an jî leşkerên tirk van davêjin.  Lê em ji ewlehiya canê xwe bi fikarin.”


Li aliyê din beriya merasîma cenazeya Abdulkadîr Yildirim (Gergor Urfa) ku wê li gundê Ermanek bê definkirin, gelek leşker û wesayîtên zirxî hatin sewqkirin.


(zt)