Li ser sînor silava roja 124'an

11:39

 


JINHA


RIHA - Bi sedan kesên li gundê Mehser û Miseynterê nobedê digirin, bi çalakiya zincîra ji mirovan re berxwedana Kobanê di roja 124’an de silav kirin.


Berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya YPG/YPJ'ê di roja 124’an de ye. Li gel operasyonên paqijkirina Kobanê, li ser sînor li gundên Mehser û Miseynterê çalakiyên nobedê bi birydarêı dewam dikin. Bi sedan welatiyên li gundên Miseynter û Mehserê li hev kom bûn, berê xwe dan Kobanê û berxwedana Kobanê silav kirin. Girseya gel li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" ya ji aliyê zarokan ve hat xwendin, deqeyeke rêz girt û bi dirûşman hewl da dengê xwe bigihijînin Kobanê.


(zt)