Bi şahiyekê salvegera Yekîtiya Star hat pîrozkirin
12:47
Perwîn Xelîl/JINHA
AMÛDÊ – Bi boneya 10'emîn salvegera avabûna Yeketiya Star, li bajarê Amûdê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de ser navê Rêxistina Yekîtiya Star Mizgîn Ehmed axivî û got: “Îro li Rojava jin parastina sînoran dikin û li hember dijminê hov bi qehremaniyek mezin şer dikin. Bi vê qehremaniya xwe û bi fedayîtiya Şehîd Arîn Mîrkan jina Kurd bû sembol û pêşeng ji bo tevahiya jinên cîhanê.”
Di 15'ê çileya 2005'an de Rêxistina Yekîtiya Star hat damezrandin. Bi boneya salvegera Yekîtiya Star li Mala Jinan ya bajarê Amûdê bi tevlîbûna sedan jinan şahiyek hat lidarxistin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre li ser navê Rêxistina Yekîtiya Star Mizgîn Ehmed axivî. Mizgîn derbarê avakirina rêxistinê, giringiya rewşa ku niha herêm jiyan dike û rola jinan de wiha axivî: ''Di rastiyê de Rêxistina Yekîtiya Star li Rojavayê Kurdistanê ev 10 sal in jiyan dike, lê bi tekoşîna jina Kurd ev çil sal in di meriyetê de ye. Em vê tekoşînê li hemû jinan pîroz dikin.''
Mizgîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: ''Di nava Rojavayê Kurdistanê de ev bû 4 sal in şoreşek tê jiyankirin, lê sîstemên desthilatdar ev şoreş û destkeftiyên gelê Kurd qebûl nekirin û êrîşên xwe bi ser Rojava de anîn bi taybetî jî êrîşî jinên kurd kirin. Wan xwastin bi van êrîşan îradeya jina Kurd têk bibin.''
‘Jinên Kurd bû sembol û pêşengên jinên cîhanê’
Li gorî ku Endama Rêveberiya Yekîtiya Star Mizgîn Ehmed bi lêv kir, şervanên jin yên YPJ'ê modêla jiyaneke nû ji bo jina Kurd ava kir û parastina nirxên jina Kurd kir û wiha domand: “Îro li Rojava jin parastina sînoran dike û li hember dijminê hov qehremaniyek mezin dikin. Bi vê qehremaniya xwe û bi fedayîtiya Şehîd Arîn Mîrkan jina Kurd bû sembol û pêşeng ji bo tevahiya jinên cîhanê.”
‘Jina bi rêxistin xwedî îrade û nasname ye’
Mizgîn di dawiyê de banga rêxistinbûyînê li her jinekê kir û wiha got: ''Jina bi rêxistin jina xwedî îrade ye û xwedî nasname ye. Ji bo vê pêwîste her jinek xwe birêxistin bike.''
Piştre li ser navê PYD'ê û Şaredariya Gel a bajarê Amûdê peyam hatin dayîn û têde salvegera 10'emîn li tevahiya jinan hat pîrozkirin.
Di dawiyê de jinan li ber dengê stranên şoreşgerî govend gerandin û wiha şahiya xwe bidawî kirin.
(px/zt)

