KJK: Emê li hemberî êrîşan parastina cewherî pêşbixin

13:15

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK'ê girêdayî bûyerên li Cizîrê bi daxuyaniyek nivîsk  got, "Di serî de jinên Kurd em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li dijî êrîşên faşîst xwe birêxistin bikin û parastina cewherî xurt bikin."


Zext û şîdeta polîsên Tirk a li Cizîrê ya li hemberî ciwanên Kurd, bi dijwarî dewam dike. Li navçeya ku binçavkirin, îşkence û girtin lê heye, herî dawî zarokê bi navê Nîhat Kazanhan bi guleya polîsan a li serî ket, jiyana xwe ji dest da. Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bûyer şermezar kir. Di daxuyaniya KJK'ê de hat ragihandin ku Hikûmeta AKP'ê Tirkiye veguherandiye dewleteke polîs û hat gotin, "AKP polîtîkayeke xetere ya komkujiyê dimeşîne. Bi gotinên sexte yên weke 'provokasyon', 'rêxistinbûyîna paralel' û 'nîzama giştî' ku xwe li pişt wan vedişêre, têkoşîna demokratîk a gelê Kurd terorîze dike, polîtîkayên xwe yên qetlîemkar careke din nîşan dide. Hikûmeta AKP'ê, li pêşberî nirxên azadî, demokrasî û azadiyê ku bi pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêbertiya me re li nava gelê me û raya giştî ya cîhanê bilind bûye, tengav bûye. Hikûmeta AKP'ê ji polîtîkayên xwe yên qetlîemkar û qirkirina siyasî, di kêliyekê de jî tawîz nedaye. Li hemberî girtiyên nexweş ên li ber mirinê ne, nêzîkatiyek di çarçoveya hiqûqê de nîşan nedaye, îşkence, girtin û polîtîkayên xwe yên sirgûn û zextê bê navber dewam kiriye."


'Armanca AKP'ê çı ye?'


Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku polîsên Tirk li Cizîrê li hemberî ciwanên Kurd şîdetê bikar tînin û hat gotin, "Li Cizîrê di nava 2-3 hefteyan de zarok û ciwanên gelê Kurd di encama guleyên polîs û hin derdorên kontra yên Hikûmeta AKP'ê li dijî gelê me bikar tîne ve, hatin qetilkirin. Herî dawî, di roja ku nameya Rêbertiya me ji bo gelê Cizîrê-Botanê bi gel re hat parvekirin de, zarokê me yê bi navê Nîhat Kazanhan ê 12 salî bi guleya polîsan a li serî ket, jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê re armanca hikûmeta AKP'ê çi ye? Bi hefteyan e Cizîr ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, dagirkirin. Bi maşînên zirxî yên bê plaqe re hêzên polîsan li bajêr terorê dimeşînin. Ev nêzîkatî hemû di nava gelê me de li hemberî Hikûmeta AKP'ê nêrînek derxistiye holê. Her roj baştir tê dîtin ku Hikûmeta AKP'ê di nêzîkatiya li pêvajoya çareseriya demokratîk de bêsamîmî ye. Haya gelê me jê heye ku Hikûmeta AKP'ê di nava amadekariyeke berfireh a şer de ye. Gelê Kurd wê ti carî qetilkirina zarokên me ku pêşeroja me ya azad e, qebûl neke. Gelê me ku ji her demê bêhtir xwedî hêviya azadiyê ye, wê ti carî polîtîkayên bêdengkirinê, teslîmgirtinê yên Hikûmeta AKP'ê, hêzên Hîzbûl-kontra û polîsan qebûl neke. Di serî de Cizîr-Botan, tevahiya gelê me wê li ser bingeha parastina cewherî bersvê bide her şêwe êrîşên faşîst. Di serî de jinên Kurd em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li dijî êrîşên faşîst sekna xwe ya parastina cewherî û rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin. Em bang li raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê û tevahiya sazî û rêxistinên demokratîk dikin ku li hemberî êrîşên faşîst ên Hikûmeta AKP'ê yên li Kurdistanê li ber xwe bidin û têkoşîna demokratîk xurtir bikin."


(zt)