Jinên Cizrê li hemberî qirkirinan banga bilind kirina tekoşînê kirin

09:54

 


JINHA


ŞIRNEX – Jinên Cizîrê bertek nîşanî qirkirinali Cizîrê tê kirin dan û xwestin berpirsên qirkirinê derkevin holê. Jinan diyar kirin ku bi salane gelê kurd rastî qirkirinan tên û bang li hemû jinan kirin kul i heberî qirkirinan tekoşînê bikin.


Li navçeya Cizîra Şirnexê ji 27’ê çile heya niha bûyer berdewamin , di wan bûyeran de 5 jê zarok bi giştî 6 kesan jiyan xwe ji dest dane. Di 14’ê Çile de li gorî tu bûyer nebûn jî zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan ji aliyê polîsan ve hedef hat girtin û hat qetilkirin. Jinên Cizîrê bertek nîşanî qetilkirina Nîhatê ji aliyê polîsan ve gule bi serê wî ketî û hatî qetilkirin dan. Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Cizîrê Ayşe Erten da zanîn ku encama polîtîkaya AKP’ê qirkirine. Ayşe bi tayîbetî balkişand ser hedefgirtina zarokan û wiha got: “Li aliyekê qala pêvajoya aştiyê dike li aliyê dinê jî qirkirinan dike. Em vê polîtîkaya qirkirinan napejirînin. Piştîgirtina xendekan dest bi qetilkirina zarokên me kirin. Divê dewlet hesabê vê bide û qirkirinên hatin kirin derkevin ronîbûnê.”


‘Em ji van qirkirinan ne biyanîne’


Ayşe balişand ser polîtîkaya qirkirinê ya ser gelê kurd berdewam tê meşandin û wiha axivî: “Jiyana zarokan ji destê wan girtin. Ji bo aştî bê vî welatî bi salane bedelên giran tên dayîn û hîna jî tên dayîn. Em aştiyê dexwazin lê bersiva me bi qirkirinan didin. Em dewleta Tirkiyê û yên alîkariyê didin wan şermezar dikin.” Ayşe anî ziman kul i gel her tuştî jî ew aştiyê dixwazin û naxwazin êdî kes jiyana xwe ji destbidin û wiha domand: “Bila her kes dest bidin destê hev û ji van qirkirinan re bêjin bese. Em li hemberî mirinan bibin yek û vê xwînê bidin rawestandin. Bila parlementer jî li hemberî van qirkirinan rawerstin. Ew wesayîta bê pîlaqe ya kêye. Ev 40 sale em li vêderê din ava berxwedanekêdenin. Berê jî qirkirinên weke van kirine û em ji van qirkirinan ne xerîbin.”


‘Ji zarokên biçuk çî dixwazin’


Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Cizîrê û li heman taxa Nîhat Kazanhan lê hatî qetilkirin dimîne jî wiha axivî: “Hîna Nîhat zarokek biçukbû, ji wî çîdixwestin. Dilê me dişewite. Em dayîk yên vê êşê b ime dide jiyan kirin şermezar dikin. Nîhat bi hevalên xwe re lîstok dilîst, hatin ew hedef girtin û qetilkirin. Ev wijdanek çawaye gelo?” Zekiye balkişand ser gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên girêdayî qirkirinan û wiha got: “Ahmet Davutoglu weke yê Nîhat qetilkirî ne polîse pêşî li bûyerê digire. Wê demê heger polîsan nekiriye kê kiriye? Çima berpirsên dewletê ve qirkirinê lêkolîn nake? Peyîwira dewletê lêkolîn kirin û derxistina van bûyeran ya zanebûnêye. Lê dest ji lêkolînê berdin heta girêdayî bûyerê daxuyaniyekê jî nadin. Dema ku kurd dimirin her kes bê deng dibin. Me aştî xwestiye û daxwazên xwe berdewam bikin.”


‘AKP ne samîniye’


Dayîkek din ya Aştiyê Behiye Pişkîn jî li taxa bûyer lê çêbûye jiyan dike. Behiye destnîşan kir k udi nava mehekê de 5 jê zarok di bûyerên hatin jiyan kirin de 6 kesan jiyan xwe ji dest dan û wiha berdewam kir: “Em xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Zarokên me dema diçin kar heya vedigerin malê em weke li ser sitiriyan bin rehet na runin. Em niha hestên dema jiyan kirina faîlên kiriyar nediyar salên 1990’an jiyan dikin. AKP ji zarokên kurdan re ‘teror’ dibêje. Zarokên me ne terorin ew dixwazin bi ziman û çanda xwe li ser erdnîgariya xwe weke mirovan jiyan bikin. Ji xwe zilma berê li kurdan hatî kirin li holêye. Hem jî di pêvajoya çareseriyê de jiyandina van qirkirinan bi gomanin. Em kurd êdî samîmîbûna AKP’ê nafikirin. Bi salan eme kurdan mijul dike. Buyerên Cizîrê weke provakasyonan dinirxînin wê demê yên provakasyonan dikin kîne bila derxin holê. Di wesayîtên fermiyên dewletê de gule dibarînin û zarokên me qetildikin bila wêdemê îzaha vê bikin.”


‘Emê di daxwazinê xwe yên aştiyê de berdewam bikin’


Ji jinan Aşide Acar jî got: “Em li benda rojên xweşbûn lê bi qirkirinan hatin mijulkirin.” Aşide diyar kir ku her roj zarokek tê qetilkirin. Aşide da zanîn ku her wan aştî xwestiye bersiva wê qirkirin hatine dayîn. Aşide anî ziman ku wan weke jin her dem ji bo avakirina navenda aştiyê tekoşîn kiriye û dê hîna berdewam bikin. Aşide destnîşan kir ku şer ji derveyî êş û hilweşandinê tiştek dî bi xwe re nayîne. Aşide bilêv kir ku ji bo aştiyê çî bê xwestin dê wê bikin û ew tucarî ji daxwazên xwe yên aştiyê gavê paşde nadin.”


Ji jinan Hamide Acar, Hazal Nas û Saliha Acar jî diyar kirin ku ji qirkirinên hatine jiyankirin tenê dewlet berpirse û xwestin qirkirin bên ronîkirin.


(zt)