‘Şoreşa Rojava nirxê mirovahiyê ye’

10:07

 


JINHA


RIHA – Welatiyê bi navê Muslim Mihemed ê demek e dirêj e PKK’ê nas dike di 1998’an de ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agir berda bedena xwe têkîldarî şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê nirxandina “Şoreşa Rojava li ser fikr û ramanên Rêber Apo pêk hatiye û nirxa miravahiyê ye” kir. 

Şoreşa Rojava bi sîstema û berxwedana xwe ve bandoreke mezin kir û kete rojeva hemû cihanê. Gelek derûdoran li ser şoreşa Rojava şîrove û nirxandin kirin û ji bo Rojhilata Navîn weke mînaka jinayeneke nû hate pênasekirin. Têkîldarî şoreşê û sîstema hate avakirin tespît û nirxandinên gelek girîng hatin kirin. Welatiyê bi navê Muslim Mihemed (41) ê ji Kobanê ye di 1990’an de tevli rafên PKK’ê bû û di 1996’an de li gundekî navçeya Şaxê ya Wanê di encama îxbarekî de bi birîndarî tê girtin û 10 salan di Girtîgeha Dîlokê de dimîne. Di pêvajoya ku êrîşên li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêde bû de ji bo şermezarkirina êrîşan agir berdaye bedana xwe. Muslim ê têkîldarî şoreşa Rojava got ku şoreş bi felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatiye. 

‘PKK tê wateya heqîqetê’

Muslim bilêv kir ku dema Rêberê PKK’ê Ocalan derbasî Rojava bûye ew zarok bûye û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku Rêber Apo li nêzî me bû, min heqîqeta PKK’ê nas kir. Ji ber ku heqîqeta PKK’ê; kesayeta windabûyî, welatê windabûyî û wateya windabûyî, ramanên me yên windayî bi mirov dida fêmkirin. Vê yekê pir bala min kişand û ez tevlî refên gerîla bûm. Me xwe deyndarê vê heqîqetê didît.”

‘Çeka te ya herî mezin jî îradeya te û baweriya te ye’

Muslim der barê çalakiya xwe de jî ev nirxandin kir: “Êrîşa li ser serokatî tê wateya êrîşa li ser gel. Wê demê dewleta Tirkiyeyê pir bi ser dewleta Sûriyeyê de diçû ku serokatiyê derbixe. Mirov di zindanê de dixwaze li hemberî êrîşan bersevekî bide. Çeka te ya herî mezin jî îradeya te û baweriya te ye. Wê demê bi dirûşmeya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin de’ gelek hevalan xwe şewitandin û şehîd ketin. Yên ku ramanên serokatiya bi kûrahî fêm bikin dê wê demê wateya çalakiya me jî fêm bike. Min piştî biryarê çalakiya xwe pêk anî.”

Bingeha Şoreşê Rêber Apo avêt’

Muslim balkişand ser şoreşa Rojava û got ku şoreşa rojava di demekî pir dirêj de hatibû rêxistinkirin û wiha axivî: “Bingeha şoreşê dema ku Serok Apo hatiye Rojava hatibû avêtin. Ango her çiqas ev şoreş di 19 tîrmehê de pêk hatibe jî li ser koka ku wî çandibû şîn bû. Ew kok jî xebatên di dema serokatiyê heta niha bû ango keda serokatiyê ye. Di wan deman de keç û xortên kurdan di eniya şer de şehîd ketin û ev jî ji bo şoreşa Rojava bûne bingeh, bûne kevir. Her wiha Fermandar Şehîd Xebat wekî bingeha vê şoreşê mirov dikare bi nav bike.”

‘Xwestin li Kobanê pergala xweseriya demokratik têk bibin’

Piştî şoreşa Rojava êrîşên hatin kirin jî Muslim wiha nirxand: “Dİjmin her tim zext û zor kir. Tiştê ku şoreşa Rojava herî zêde kiriye şoreş; dijmin hemû giranahiya xwe da ser Kobanê û xwestin ku bi dagirkirina Kobanê ve pergala xweseriya demokratik têk bibin. Lê Kobanê bi îrade û felsefeya Rêber Apo li hemberî hovîtiyê li ber xwe da. Û nirxên wan li wir çêkirin Kobanê kir dile Kurdistanê.”

‘DAIŞ gemara tevahiya dewletên cihanê ye’

Muslim got ku çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê hêzên navnetewî hatine rêxistinkirin û wiha got: “ Ji bi navê İslamê zêdetir mirov dikare beje gemara bi tevahiya hêzên dewletaye û bi armanca teslîm girtina îradeya gelan e. Di nava van hêzan de di seri de DYA ye û herî bi aşkera jî dewleta tirk e. Li ser esasa ku têkbirina felsefeya Rêber Apo ya ji bo taybetî Rojhilata Navîn û tevahiyê cihanê bû. Felsefeya Rêber Apo tunekirina qirkirin û desthilatdariya wan bû û ji bo hemû gelan heviyeke. Ew jî dixwazin bi destê DAIŞ’ê ve tune bikin. Şoreşa Rojava şoreşa her kesî ye. Kesên mirovparêz, xwedî şeref, xwedî rûmet û xwedî jiyanekê bi wate hemû dikarin din ava vê şoreşê de cih bigre.”

Muslim anî ziman ku ji ber ku kurdan yekîtiya xwe pêk neanîne û parçebûnek heye evqas êrîşên dijwar re rû bi rû dimînin. Muslim wiha axivî: “Minak din ava Kobanê de gelek partî hebûn lê bes bi navê xwe hebûn û xebatên xwe tunebûn. Ne di nava şoreşê de cih digirt, ne jî di nava vî şer de cih digirin. Tu dikarî dibêjî ku bi aliyê DAIŞ’ê cihê xwe girtin.”

‘Karê 50 salan 3 salan de pêk hat’

Muslim axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şoreşa Rojava zarokek biçuk bû ji bo wê kêmasiyên xwe hebûn. Lê ketina DAIŞ’ê ya Kobanê ne hêjariya şoreşê bû. Tiştên siyasî û planên dewletan di nav de bûn. Tu kes nikare di nava 3 salan de xwe bike xwedî îrade û pergal lê Rojava ev tişt pêk anî. Karê 50 salan de pêk dihat din ava 3 salan de pêk hat. Ger şer bê şikandin, hem aliye ramanê gel de hem jî aliyê pratika avakirina xweseriya demokratîk dê pêngavên pir mezin bên avêtin û serkeftin nêz e.”

(kom/zt)