Kampanyeya 'Kadera me Berxwedane' despêdike

11:03

 


Ceren Karlıdağ/JINHA


İZMİR – Kader Ortakaya ji bo beşdarî berxwedanê bibe dema ku derbazî Kobanê dibû ser sînor ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hat gulebarankirin û qetilkirin. Jinên Îzmîrê ji berxwedana wê ya bêdawî îlham girtin û dest bi kampanyeya ‘Kadera me Berxwedane’ kirin. Ji jinên pêşengiya kampanyayê dikin Gamze Ardag got: “Divê hemû jin li vê kampanyayê xwedî derkevin ji ber şoreşa Rojava şoreşa jinêye. Divê em li Arîn, Sîbel û Kader xwedî derkevin û vê tekoşînê mezin bikin.”


Xwendekara Lîsansa Bilind ya Zanîngeha Marmarayê Kader Ortakaya ya boye sembola rakirina sînorên sunî ji bo beşdarbûna berxwedana gelan ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlonê de li Pirsusê hatî despêkirin bibe berê xwe dabû sînor. Di nobeta berxwedanê de Kader li gundê Miseynter ê cîh girtibû. Din ava nobeta berxwedanê de di aliyê jiyan komînê de jî kar dikir. Di 6’ê mijdara sala 2014’an de dema ku Kader ji bo beşdarbûna nava refên YPJ’ê li sînor re derbaz dibû ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hedef hat girtin, hat gulebaran kirin û qetilkirin.


Dê berxwedana Kobanê bê bîranîn


Jinan ji bo Kadera li hember sînorên sunî bi tekoşîna xwe navê wê bûye dîrok dest bi kampanyeya “Kadera me Berxwedane” kirin. Di serî de li Stenbol û Îzmîrê dê li gelek bajaran ji bo Kader  û li gel wê berxwedana li Kobanê tê kirin û jinên di vê tekoşînê de jiyan xwe ji dest dane çalakî bên li darxistin. Ji jinên lingê kampanyayê yê Îzmîrê birêve dibin Gamze Ardag di derbarê bernameya kampanyayê de agahî dan.


Tucarî dest ji berxwedana jinan bernedane’


Gamze diyar kir ku Kader Ortakaya bûye navê hevbeş yê tekoşîna hevbeş ya jinan û ji bo bibe dengê hemû jinan tevlî nobeta sînor bûyîbû, her wiha bi heman armancê dê çubana beşdarî nava refên YPJ’ê bûyîbana. Gamze da zanîn ku Kader weke jinek kurd ji nava çîna karkeran dihat û wiha got: “Kader tucarî dest ji berxwedana jinan berneda. Kader ji bo çîna karkeran û hevpeyîmana gelê kurd ya dîrokî xwest biçe Kobanê.”


‘Ji bo hemû jinan’


Gamze destnîşan kir ku starta kampanyeya xwe ya “Kadera me Berxwedane” dê li Stenbolê bidin. Gamze bilêv kir ku dê bernameya çalakiyên xwe di aliyê huner, huquq, çalakî, çapemeniyê û kolanan de berdewam bikin. Gamze derbirî ku faîlên Kader diyarin ji ber wê dê aliyê huquqi yê tekoşîna xwe berdewam bikin û wiha domand: “Emê ji bo Kader li kolanan bin. Dê hunermend jî bi sitiranên xwe alîkariyê bidin. Her wiha teza wê ya di nîvî de mabû dê mamostayên wê û hevalên wê yên xwendekar  biqdînin.” Gamze destnîşan kir k udi heman demê de dê ev kampanya ji bo hemû jinên hatine qetilkirin be.


‘Arîn, Sibel, Kader…’


Gamze anî ziman ku dê kampanya li Ewrupa jî berdewam bike û di herêmê de banga bilindkirina kampanyayê kir ku wiha berdewam kir: “Divê hemû jin li vê kampanyayê xwedî derkevin ji ber şoreşa Rojava şoreşa jinane. Em jî li vêderê li Kobanê, Arîn, Sîbel û Kader xwedî derkevin û vê kampanyayê mezin bikin.”


 (zt)