Çeteyên DAIŞ’ê ji ser gundên rojava sewqiyatê dikin

11:06

 


JINHA


RIHA  - Gelê ku li gundên sînor nobetê digirin diyar kirin ku ji gundê roajva yên Kobanê Aşme, Mişko, Cibnê, Xurxurê, Sêlim û Zovara ber bi Cerablusê ve sewqiyat tê kirin û diyar kirin ku ew bûne şahidê têkiliya qirêj a di navbera leşker û çeteyan de.

Çeteyên DAIŞ’ê ku ji hêzên YPG û YPJ’ê darbeyên giran dixwin, ji gundên Girê Spî, ji başurê rojhilat Reqqa û ji rojava jî jiCerablus û Babê hêzên teqwiye anîn û di êrîşên pêk anîn de li dijî hêzên YPG û YPJ’ê dişikên. Çeteyên derbên mezin xwarin sewqiyata teqwiyeyê ji aliyê welatiyên li sînor nobetê digirin ve bi rehetî tê dîtin.

Hedefa çeteyan gundê Boydê ye

Tevgera çeteyan a li gundên aliyê rojavayê Kobanê didome û çeteyên darbeyên mezin xwarin rasterast hewanan diavêjin û guleyên wan li sînorê serxetê dikevin. Du roj berê du guleyên hewanê li gundekî ket. Îsmet Tîlgen ê 13 salî ku li gundê Boydê ya ku hewan lê ket dijî wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê ji gundê Mezra û Mînaz du hewan avêtin vî alî. Yek li pişt gund ket û ya din jî li qada bi mayîn ket. Guleya hat gundê me li qada me ya lîstikê ket. Gelek çal vekirin. Heta niha bi sedan gule û du topên hewanê li gundê me ketin. Dema ev gule dikevin leşker anonsa dikin û dibêjin dûr bikevin. Ew jî direvin. Heta niha leşkeran bersiv neda van êrîşan."

Çete çewlîga mirîşkan weke baregeh bikartînin

Hemed Ezo Osman ku ji gundê Çolbegî ya Kobanê koçî gundê Boydê ya Pirsûsê kir diyar kir ku çete li gundên Mezra, Mînaz, Çolbeg, Ziravîk û Zorava bicih bûne û ji vir li dijî Girê Tîl Şeîr ê di bin kontrola YPG’ê de ye êrîşan pêk tîne û guleyên davêjin tên aliyên Serxetê. Hemed bi lêv kir ku çeteyan li gundê Mezra çewlîga mirişkan wek baregeh bikar tîne û da zanîn heta niha bi hezaran gule ketine vî alî lê leşkeran ti tiştek nekiriye, tenê mudaxaleyî gel dikin.

Cihê sewqiyata Rojava 

Zuber Ahmed Qado diyar kir ku ji gundê Siwedê her tim şahidiya tevgera DAIŞ’ê dike û gundê Sêlimî nîşan da û wiha got: “Em li vir dibînin ku çete dikevin malê û me derdikevin. Ev ji bo me mirine. Çeteyên ku li navenda Kobanê ji YPG û YPJ’ê darbeyên giran xwarin û sedan endamên wan hatin kuştin, ji bo ku teqwiyeyê ji Cerablusê bînin sê rêyan bikar tînin û ji bilî vê jî gundên Şêxler, Aşmê Ber Ferêt, Mişko, Cibnê, Xurxurê û Sêlim wek guzergah bikar tînin. Endam û cebilxaneyan tînin gundê Siftekê ji vir jî dibin gundê Zorava. Çete ji vir berê xwe didin navenda Kobanê. Çete li hemû herêmê mewziyên xwe bilind dikin. Gundên Zorava û Sîftek li baxçeyên zeytûnan du xanî hene û wek biryargeh tên bikaranîn. Di rojên dawî de ji van her malan sewqiyat têkirin.”

Di kulubeya leşkeran de çete 

Emîn Uygun yê li gundê kon dimîne da zanîn di rojên dawî de hejmara çeteyan kêm bibû û wiha got: “Di rojên borî de komeke çeteyan ji 6-7 kesan pêk dihat hatin kulubeyên leşkeran a li vî alî û demek dirêj man.”

(zt)