Yenî Demokrat Kadin: Wî destê xwe yên bi xwîn, zimanê xwe yê bi jehr ji bedena me vekişîne!
17:05
Hazal PEKER – Hangul OZBEY JINHA
İSTANBUL – Înisiyatîfa Yenî Demokrat Kadin ku li hemberî gotinên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên der barê zarok jibergirtinê xwe neqayîl kir, pirsa “Tu jina ku dixwaze xwe ji ducaniyeke ku ne bi dilê wê ye xilas bike wekî ‘qatil’ nîşan didî, lê em xwîna bi destê te ve ye, ji nêz ve dibînin! Xwîna kîjan zarok û ciwanan bi destê te ve heye! Hê xwîna ciwanên Roboskiyî ku destpêkê te ji ser zimanê xwe kêm nedikir, xwîna Ugur, Ceylan, bi destê te ve ye. Tu kê bi kuştinê sûcdar dikî?” kir.
Nerazîbûnên li hemberî gotinên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên der barê zarok jibergirtinê de, berdewam dikin. Nerazîbûnek jî, ji aliyê Înisiyatîfa Înisiyatîfa Yenî Demokrat Kadin ve hat nîşandan. Di daxuyaniya nivîskî ya Înisiyatîfê de, daxuyaniya ku Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyê ve hatibû dayîn, hate bibîrxistin: “Rojeke beriya axaftina Erdogan, ji aliyê Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyê ve tespîta ‘nifûsa ciwan a ku dewlemendiya herî girîng a Tirkiyê ye, her ku diçe kêm dibe’ hatibû kirin. Ev, ji bo karbidestan tê wateya ku hêza kar a dikare bixebite kêm bibe û artêşa karkerên ku bi pereyeke kêm û di mercên koletiyê de bixebitin, kêm dibe. Wisa be, divê tavilê desthilatiya zilam bikeve dewrê, bi fetwayên herî kêm 3 zarok, li hemberî bedena jinê, jiyana wê bê mudaxalekirin, ‘kuştinên’ wekî zarok jibergirtin bên astengkirin, metodên wekî sezaryen ku dema jin ji 3 caran zêdetir zarok bîne zarokanîna wê dikeve xeterê bê qedexekirin, qanûnên ku bi saya wan jin ‘wekî jin’ zarok bînin bên amadekirin, her tiştî bikin bin kontrola xwe.”
‘Hê xwîna Enes bi destê te ve ye tu kê bi kuştinê sûcdar dikî?’
Înisiyatîfa Yenî Demokrat Kadin, gotinên Serokwezîr ên ku Komkujiya Qilabanê bi mijara zarok jibergirtinê re kiriye yek, wekî ‘berhemeke afirîneriya Serokwezîr’ nirxand. Înisiyatîfê, wiha got: “Hem tu dê ji aliyekî ve jinan bikî şûna ‘makîneya zarokanînê’, hem jî komkujiyek wekî Qilabanê sivik bikî, bi êş û zanebûna hesab pirsînê ya mirovan, henekên xwe bikî. Vaye bêsînoriya afirîneriya Serokwezîr!” Di daxuyaniyê de Înisiyatîfê balkişand ser tundiya li hemberî jinê, komkujî û binpêkirinên mafên jinê û wiha pê de çû: “Hem tu dê bibî Serokwezîrê welatekî wiha, piştre jî tu dê bêjî zarok jibergirtin kuştin e. Evqas bêbextî li kesî nayê Serokwezîr! Tu jina ku dixwaze xwe ji ducaniyeke ku ne bi dilê wê ye xilas bike wekî ‘qatil’ nîşan didî, lê em xwîna bi destê te ve ye, ji nêz ve dibînin! Xwîna kîjan zarok û ciwanan bi destê te ve heye! Hê xwîna ciwanên Roboskiyî ku destpêkê te ji ser zimanê xwe kêm nedikir, xwîna Ugur, Ceylan, bi destê te ve ye. Tu kê bi kuştinê sûcdar dikî?”
(hp/ho)

