Parêzer di parastina Kobanê de ne!
15:49
JINHA
RIHA – Parêzerên OHD, EHB û Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo piştevaniya şoreşa Rojava û tespîtkirina binpêkirinên mafan hatin Pirsûsê.
Bi bangewaziya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Buroya Hiqûqê ya Asrinê hatin ba hev ji bo lêkolîn bikin û raporê amade bikin hatin Pirsûsê. Parêzerên ku li avahiya DBP’ê ya Pirsûsê hatin ba hev ji aliyênParlamenterên HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan û Îbrahîm Bînîcî û Serokê DBP’ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan ve hatin pêşwazîkirin. Parlamenter Îbrahîm Bînîcî li vir axivî û diyar kir ku şoreşa Kobanê bûye nirxekî gerdûnî û ev tişt anî ziman: “Sînerjiya ku şoreşa Rojava derxistiye holê êdî ji bo gelan bûye hêvî. Ev 4 meh in em di nava xebatan de ne. Ji ber hesasiyeta we û hatina we ya li vir em spas dikin.”
Piştî axaftinan parêzer çûn serdana şehîdgehê û li vir rêz hate girtin, dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. Li vir Medenî Aktar axivî û wiha got: “Yên ku di van goran de radizên di şoreşa Rojava de bi qehremanî şer kirin û şehîd ketin. Ew tenê ne şehîdên me ne şehîdên Kurdistan, şoreşger û sosyalîstan e. Ji ber ku hûn jî hatin vê derê û xwedî li wan derketin em spas dikin.”
Li ser navê heyetê jî Parêzer Gulhan Kaya axivî û destnîşan kir ku armanca wan piştgirî dayîna berxwedana li vir û çavdêrî kirine. Kaya wiha axivî: “Em wekî du kom hatin vir hem ji bo Pirsûsê hem jî ji bo Rojava. Niha 8 hevalên me û 3 rojnameger li Rojava ne. Em jî ji bo 2 rojan nobetê bigirin û gera xwe bikin rapor hatine vir.”
(zt)

