Belgesela qadên jiyana hevbeş yên Kobanî û Şengaliyan

09:03

 


Berîtan Elyakut/JINHA


AMED – Jiyana malbatên Şengal û Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê cîh û warên xwe terikandine û hatine li qadên hevbeş yên herêmê bicîh bûne dibe belgesel. Belgesela ji bo zindîhiştina binhişiya mirovan tê amadekirin di heman demê de dê di serî de bi zimanên weke kurdî, tirkî, erebî, farisî, înglîzî û elmanî bi giştî bi 6 zimanan bê weşandin. 


Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Şengal, Rojava û tayîbetî jî ser Kobanê bûn sedem gelek welatî ji cîh  û warê xwe terk kirin û hatin lig elek cihên herêmê yên weke Êêrdîn, Amed, Şirnex û Wêranşehîrê bicîh bûn. Li qadên malbatên Şengal û Kobanê bi hev re dijîn bûn mijara belgesela bi navê “Qadên hevbeş yên jiyana Şengalî û Kobaniyan. Ji amadekarên belgeselê Şêwirmendê Çapemeniyê yê KCD’ê kerem Çelik diyar kir ku ermanca wan ya amadekirina belgeselê ji bo çêkirina arşîvek ya tekoşîna kurdane û wiha got: “Ez li cihên weke başur û Rojava jî xebitîm. Min dît kêmaniya herî mezin din ava xebatan de nebûna arşîvekêye. Ev qas berxwedan û kedek mezin ji bo serkeftinê tê kirin. Lê li gel wê jî arşîvek ji bo vê tekoşînê bigihîne nifşê bê nîne. Min ev weke kêmaniyekê dît, ji bo wê jî din ava vê xebatê de cîh girt.”


‘Ez fikirîm divê yên tên jiyîn bê belgekirin’


Kerem da zanîn ku ji qirkirina Helepçe arşîvek ya wêneyan maye, ji ber hebûna wan wêneyan bi deh salan ew di hişê mirovan de zindî hêlaye û wiha domand: “Ji ber em fikirîn divê bûyerên tên jiyîn bên belgekirin, ji ber wê jî em weke koma dilxwaz dixebitin. Despêkê me ji Roboskiyê despêkir û me biryar da em ji wê despêbikin heya niha dîmenan berhev bikin.” Kerem destnîşan kir ku gelek kesên di gelek xebatên cuda de cîh digirin bûn parçeyên cuda yên belgeselê.


‘Xwezî weke Helepçe bibûya em bimiribana’


Kerem bilêv kir ku qirkirina bi hezarî salane berdewam dike êdî bûye tirajediyek û wiha berdewam kir: “Dibe ku îro em pir ne di ferqêdebin, lê ji bo piştî 50 salên dinê di ferqêdebûna me giringe. Hega gotinek ya dayîkekê wiha hebû, ‘Xwezî weke Helepçe bibûya em miribana.’ Vê gotinê bi mere hestiyariyek mezin çêkir. Li heberî bûyerên jiyan kiriye êdî mirin pir hêsan hat.” Kerem bûyerek ya dayîkek ku keça wê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatî revandin û pir pê bandor bûye wiha tîne ziman: “3 caran çete serê xwe li yê keça wê dide û dibêje ‘tu hevjîna minê’ paşê jî wê tecawîz dike. Dayîk jî bi fedekariyek mezin ji bo keça xwe ji wî halî rizgarbike 3 caran serê wî çeteyî digire û dibêje ‘Tu lawê min’ û keça wê neyê qetilkirin van hemûyan dike. Vê çîroka dayîkê em pir di kur de êşandin û hestiyar kirin.”


‘Jiyana zarokan ez gelek bandor kirim’


Kerem gelek caran di demên xebatên belgelselê de bûyerên herî jê bandor bûyî wiha vedibêje: “Jiyana ku zarokan jiyan kirî ez gelek bandor kirim. Ji ber çî jiyan dike nizanin weke lîstok ne qediyaye berdewam dike. Bê sol di nava heriyê de cihê ku hatinê nizanin çî dibe, dibe ku ji bo wan weke pêvajoya lîstokekêbe. Bi tuştên jiyan kirine cihê ku hatinê dibe tirajediya duyem jiyan kiribana, lê bi tekoşîna xwe neketin rewşek wiha.” Kerem bilêv kir ku mînakên wiha tirajedî di dîroka kurdan de gelekin. Kerem anî ziman ku bi rêya xebatên belgeselê bûne şahidê gelê koçberbûne hatine herêmê tu alîkarî ji dewletê negirtine tenê bi alîkariya gelên herêmê jiyana xwe berdewam dikin.


‘Me belgesel wergerî 6 zimanan kir’


Kerem armancên xwe yên xebatên belgeselê wiha anî ziman: “Me xwest em jiyana koçberên li kampan dimînin bikişînin, ji bos ed salan weke arşîv rakin. Ji ber wê jî me hewil da dîmenên baş bigirin û di karê xwe de em bi serketin. Me xebatek 18 rojan kir. Me xebatên xwe yên di vê demê de kêşane di hewîzekê de kom kir.” Kerem diyar kir ku wan xebatên xwe bi kurdî, tirkî, ereb, farisî, înglîzî û elmanî bi giştî bi 6 zimanan weşandine.


(zt)