Li Zanîngeha Dicleyê xwendekarên jin tên tacîz kirin

09:26

 


Bêrîtan Canozer/JINHA


AMED – Li kampusa Zanîngeha Dîcleyê polîsan qereqol avakirine, bi wesayîtên zirxî li ber derî rawestane, li korîdoran bi çekan digerin û heta dikevin dersan jî. Polîsên ku xwendekarên jin tacîz dikin hat îdiakirin ku wiha dibêjin: “Herin li ber çokê diya xwe runin. Hun çima dibistanê dixwînin.”


Li Zanîngeha Dîcleyê polîsan qereqol avakirine kampusa zanîngehê weke kişlayê bikar tînin. Xwendekarên zanîngehê diyar kirin ku navendên jiyana wan tên tengkirin, bertek nîşanî bûyerê didin û wiha dibêjin: “Em zanîngihek ya vegeriyaye kişlayê naxwazin. Em ji bo perwerdê tên vêderê û em li saziya perwerdê polîsan naxwazin.” Xwendekar bilêvdikin ku li nêzî bînaya rektora xwendekaran hebûna qereqolê ji bo wan tehdîdege. Xwendekar didin zanîn ku polîs bi wesayîtên zirxî li ber fakulteya wan disekinin, ji bo lafavêtina xwendekaran li nava zanîngehê toran di avêjin.


‘Ewlehiya can nemaye’


Xwendekaran îdia kirin kul i gorî yên qarta xwendekaran pêneyî nikarin bikevin hindirê zanîngehê, lê polîs bê kart dikevin hindir û heya hinek polîs kartên xwendekaran derxistine, weke ajan dikevin dersan. Xwendekaran destnîşan kirin ku hinek kesîmên berê li Fakulteya Perwerdê êrîşî xwendekaran kiribûn, piştî êrîşan jî bi dehan kesên ne xwendekar dibin ewlehiya polîsan de dikevin zanîngehê ji ber wê jî ewlehiya canê xwendekaran nîne.


Xwendekarên jin tên tacîzkirin


Xwendekaran anîn ziman ku ji polîs li ber Fakulteya Îlahiyetê ji bo parastinê disekinin û xwendekarê ji fakulteyên dinê bên nagirin hindirê wê fakulteyê. Xwendekaran diyar kirin ku xwendekarên karta xwedekariyê pêheyî dikarin bikevin hindirê hemû fakulteyan lê ev ji bo Fakulteya Îlahiyetê ne derbasdare, li hemberî van hemûyan jî polîs bi wesayîtên zirxî bi tayîbetî jî li ber Fakulteya Perwerdê disekinin û din ava sînorê zanîngehê de nasnameya xwendekaran dipirse. Xwendekaran dan zanîn ku her dem xwendekarên jin tacîzdikin û wiha gotin: “Herin li ber çokê diya xwe runin. Hun çima dixwînin.”


‘Em zanîngehek ya vegeriyayî kişlayê naxwazin’


Li gel van hemûyan jî hat îdiakirin ku her dem polîs bi kamerayê ve li nava zanîngehê digerin û heta di saetên wan yên destan de jî kamera heye. Xwendekaran bilêv kirin ku herêmên jiyana wan hatine teng kirin û her dem bi kamerayan geriyana polîsan ya nava zanîngehê tundiya derunî ser wan didin çêkirin. Xwendekaran anîn ziman ku di serî de ji bo rewşa rektorê û hemû zanîngehê wan bi dehan caran bi berpirsên zanîngehê re hevdîtin kirine, lê tu encam negirtine.


(zt)