Girtiyên azadiyê ji bo welatiyên Kobanê alikarî şand
09:41
JINHA
RIHA - Girtiyên azadiyê yên li Girtîgeha Tipa M a Bayburtê ji bo alikarî û piştevaniya welatiyên bi Kobanê re amûrên ku bi derfetên xwe çêkirin şandin Pirsûsê.
Girtiyên Azadiyê ji bo piştevanî û alîkariya gelê Kobanê amûrên bi destê xwe çêkirî yên wek tablo û hwd. li Zanîngeha Bayburtê firotin û pereye keda xwe ji welatiyên Kobanê re şandin. Derbarê alikariya girtiyan de berpirsyarê konbajarê Kader Ortakaya Ayhan Orhancan axivî û wiha got: “Ev alîkariyê ji aliyê hevalên jin ên di girtîgeha Bayburtê de hatiye şandin. Hevalên jin 10 fanele, hevalên mêr jî tiştên wekî tablo û hwd. li Zanîngeha Bayburtê firotin û pereyê komkirin ê ji 1000 TL. pêk tê şandin. Em fanelêyan li welatiyan bên belavkirin. Girtiyên ji me re ragihandin ku bi dil û can ew di nava berxwedana Kobanê de bi hevalan re ne. Her wiha gotin ku he tim bi wan re ne. 'Em bi vê alikariyê re dibêjîn ku em bi we re ne'”
(kom/zt)

