Welatiyê Kobanê: Xebatkarên AFAD'ê li me zilm dikirin

09:55

 


JINHA


RIHA  - Welatiyên li wargeha AFAD’ê reviyan û hatin di nava konbajarê Şehîd Gelhat a Kuşînçê yê bi cih kirin der barê li jiyana xwe ya li wargehên AFAD'ê vegotin. Welatiyan da zanîn ku dema li konbajarên AFAD’ê weke li girtîgehê de bûn û rastî êrîş û zextên rêveberiya konbajarên AFAD'ê dihatin. Rêveberan diyar kirin ku di nava du rojan de 600 malbat ji konbajarên AFAD'ê reviyan û hatin li konbajarên Şaredariya Pirsûsê bi cih bûn.

Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê necarman cih û warê xwe bi terikînin û hatin li Pirsûsê bi cih bûn. Welatiyên li konbajarên AFAD'ê bi cih bûn her roj ji ber zext û zilma peywîrdarên AFAD'ê direvin û tên konbajarên ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatiye danîn bi cih dibin. Li gorî agahiyan di nava du rojan de 600 malbat ji konbajarên AFAD’ê reviyane û serî li rêveberiya konbajarên Şaredariya Pirsûs dan. Welatiyên hatin li konbajarê Şehîd Gelhat bi cih bûn dan zanîn ku dema li konbajarên AFAD’ê weke li girtîgehê de bûn û êrîş û zextên rêveberiya konbajarên AFAD'ê li ser wan dihatin meşandin.

‘Xwarina li konbajarên AFAD’ê me li Kobanê dida çêlek û mirîşkan’

Welatiyê bi navê Elî Ehmed (36) got ku dema ku ji ber êrîşên çeteyan neçarman koçî herêmê bikin li ser sînor gelek zilm li wan hatiye kirin û wiha axivî: “ Ez ji neçarî hatim wargeha AFAD’ê bi cih bûm. 4 rojan em li erdê raketin. Em ne ji ber xwarinê hatine vir lê belê xwarinên wan nayên xwarin. Dema ku em li Kobanê me ew xwarin dida çêlek û mirîşkan. Dema ku me zarokek rakiriba, karek kiriba bi hezaran leşker dihatin ser me de. Em li wargeha AFAD'ê di nava girtîgehê de bûn”

‘Ew me bikujin jî em navegerin wargehên AFAD’ê’

Elî da zanîn ku di nava konbajarê Şehîd Gelhat de gele kêfxweşe û wiha got: “Em niha li konbajarên partiyê sarmayan de bimirin jî ji bo me cihê bi rûmet ev cihe. Hevalên vir ew qas nirxê didin me ku dema ji me re dibêjin tiştek ji we re lazime dilê min nagire ku bêjim erê. Ji me re dibêjin ku herin wargeha AFAD’ê ya nû hatiye avakirin lê em navegerin. Em nehatine ku li cem wan bîn. Em ê li cem welatiyên xwe ji birçiya de bimirin jî em venagerîn wargeja dewletê. Ew me bikujin jî em naçin wargeha AFAD’ê.”

‘Xebatkarên AFAD'ê şekir didizîn’

Welatiyê bi navê Evdirehman Mehmûd (30) yê ku ji wargeha AFAD’ê reviyaye û hatiye konbajarê Şehîd Gelhat bi cih bûye da zanîn ku her dem di nava xwarina wan de kurmik derdiketin û ev tişt got: “ Êdî me ne dikarî xwarina wan bixwin me bi pereyên xwe xwarina xwe dikirî. Lê êdî tu tiştê me di destê me de nema. Ji me re gotin ku konbajarê hevalan vebûye em deqîqeyek ne rawestan em yek ser hatin konên xwe. Li konbajarê AFAD'ê şekir ne dida me. Xebatkarên AFAD'ê şekir di dizîn"

‘Bi zimanê tirkî û erebî zarokên me pewerde dikirin’

Dayika bi navê Xalîse berkel Şehîd (30) jî da zanîn ku li wargeha AFAD’ê di nava şertên zehmet de jiyan dikirin û wiha got:“ Dema ku pêlav ji bo zarokên xwe di anîn carek din ji me distandin. Me jê re digot ji bo zarokên me pêlavan bidin lê ji me re digotin ‘gît’ hejmara wan tuneye. Zarokên me bi zimanê erebî û tirkî perwerde dikirin lê me zarokên xwe ne şandin. Me dixwest di nava welatiyên xwe de bijîn.”

Welatiyê bi navê Bozan Îso (63) diyar kir ku ji ber qirêjiya di nava wargehê de zarokên wan nexweş diketin û ev tişt got: “Xwarinê ez nikarima bixwim. Dema ku em nexweş derdiketin em diçûn cem bijîşkan ji bo me du derman didan û digot bese. Ez bizanim ku ez ê li vî konbajarî heriyê bixwim jî ez naçim wargeha AFAD’ê.” 

(kom/zt)