‘Pêkanînên li dijî YPG’iyên birîndar sûcê mirovahiyê ye’

10:21

 


JINHA


RIHA – Parêzer Huseyîn Bogatekîn ê ji Piştevaniya Parêzeran ji bo Şoreşa Rojava hate xeta sînor a Pirsûs û Kobanê diyar kir ku wêneyên birîndarên ji Kobanê tên li deriyê sînor wêneyên wan tên kişandin, şopa tiliyan tê girtin û tên binçavkirin. Huseyîn anî ziman ku pêkanînên bi vî rengê di warê hiqûqa navneteweyî de wekî sûcê mirovahiyê tên pênasekirin. 

Parêzerên ku en danêm Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) û Baroya Hiqûqê ya Asrinê yên hatin xeta sînor hem piştgiriyê didin berxwedanê hem binpêkirinê ku welatiyên ji Kobanê koçber bûne rû bi rû dimînin hem jî berxwedêrên kul i Kobanê birîndar dibin û tên bi awayeke kêfî tên binçavkirin, rastî neheqiyan tên dê lêkolîn bikin û raporê amade bikin. Parêzerên ku dê li gundê Mehserê bi nobeta 2 rojan berxwedana Kobanê silav bikin bi maseya krîzê ya ku dê li xeta sînor a Pirsûsê ava bikin ve jî hemû pêşketinên li xeta sînor bişopînin û hewldanên hiqûqî bikin. 

‘Şoreşa herî zelal a dîrokê’

Ji OHD’ê parêzer Huseyîn Bogatekîn têkîldarî armanca wan a hatina sînor axivî û wiha got: “Şoreşa herî zelal a dîro cihanê tê jiyîn. Ji bo alîkariya vê şoreşê me daxuyanî dida û pêşketin dişopand. Me xwest vê gaveke pêşve bibin. Ji ber vê yekê jî bi navê ‘Piştevaniya şoreşa Rojava’ bi rêxistinên hiqûqê re em hatin ba hev.” Huseyîn got ku komek hevalên wan çûne Kantona Cizîrê û komek jî hatiye Pirsûsê. Huseyîn destnîşan kir ku ew ê neheqiyên li dijî welatiyên Kobanê, kuştinên dema derbasbûna xeta sînor, birîndarên ji Kobanê tên Tirkiyeyê û rastî pêkanînên kêfî tên lêkolîn bikin û rapor amade bikin hatine Pirsûsê û wiha berdewam kir: “Ev şer tenê li Kobanê, Rojava û Hesekê naqewime. Çeteyên DAIŞ’ê li ser Tirkiyeyê diçin û tên. Di warê hiqûqa navneteweyî di pirgsirêkeke cidî heye. Dîsa pirsgirêka penaberên tên vir heye. Em ê mirinên li ser sînor, alîkariya dewletê ya bi TIR û kamyonan ji bo DAIŞ’ê dike di warê hiqûqî di pirsyar bikin û raporê amade bikin.”

Huseyîn vekirina sînor ji bo welatiyên Kobanê nelutfek e û Tirkiye li gorî hiqûqa navneteweyî welatiyên Kobanê mexdûr dike. Huseyîn da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê ji bo ku deriyê xwe ji mexdûrên şer re veke berpirsyariyekî wî yê hiqûqa navneteweyî heye. Huseyîn got ku li Kobanê di navbera yên ku qadên xwe yên jiyanê diparêzin û çeteyan de şer heye. Huseyîn bal kişand li ser rewşa birîndarên ji Kobanê tên jî û ev nirxandin kir: “Em dizanin welatiyên sivîl û YPG’iyên birîndar ên ku tên li vir têne binçavkirin. Li Amed, Stenbol, Edene û li gelek bajarên welat der barê yên hatine de biryara girtinê hatiye derxistin. Yên hatine girtin hene. Ev hemû bi tena serê xwe pirsgirêkeke hiqûqî ye.”

‘Tirkiye sûcê mirovahiyê dike’

Huseyîn rewşa Îsmaîl Sadik ê li Rojava birîndar bû li Mêrdînê bi îdiaya ‘Endamê YPG’ê” hate girtin bi bîr xist û wiha got: “Dema em li ser îdianameyên hatine amadekirin binêrin ji bo çeteyên DAIŞ’ê dibêjin ‘mîlîtanên DAIŞ’ê’ ji bo welatiyên Kobanê jî ‘rêxistina terorê YPG’ tê gotin. Ev bi tenaserê xwe qatilkirina hiqûqê ye. Tirkiye li aliyekî bi TIR’an ve çek, bombe û muhimatê dişîne li aliyê din yên kul i ber xwe didin j îli vir digire, binçav dike, didarizîne.” Huseyîn bilêv kir ku dîsa yên ku ji Kobanê tên li deriyê sînor şopa tiliyên wan tê girtin. Huseyîn wiha got: “Me ev yek tespît kir. Ev dê gelek tiştan bîne serê Tirkiyeyê. Ev nêzîkatî di warê hiqûqa naneteweyî de sûcê mirovahiyê ye û Tirkiye vî sûcî didomîne.”

Dê maseya krîzê bê avakirin

Huseyîn derbirî ku ew wekî parêzerên welatparêz, şoreşger û sosyalîst ji bo ku bibin parçeyekî şoreşê hatine Pirsûsê û dê li Pirsûsê maseyekî krîzê ava bikin û wiha got: “Baro û parêzer her tim li vir bin. Bi vî rengî em ê kuştinên li sînor û binpêkirinên mafan lêkolîn bikin. Der barê tekîliyên DAIŞ û Tirkiyeyê de di warê hiqûqa navneteweyî de çi bê kirin em ê bikin. Em di hemû mijaran de daneyan kom dikin û rapora ku em ê amade bikin bi raya giştî re jî parve bikin.”

(zt)