'Tu carî welatê xwe radestî çeteyan nakim'

10:29

 


JINHA


RIHA - Hevjina şervanê YPG'ê Osman Dêmo (Ebû Şoreş) yê 55 salî Emîne Xelîl da zanîn ku bi temenê xweyî mezin berê xwe da Kobanê, rûmeta xwe parast û wiha got: "Serê min bi hevserê min re bilinde. Ji min re got 'Mirinek min hebe bila ji bo Kobaniya min be. Ez tu carî welatê xwe radestî çeteyan nakim." Keça Osman Mîdya jî got ewe her tim di rê ya bavê xwe û felsefe û manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan de be û xwîna bavê xwe li erdê nahêl e.”


Şervanê YPG'ê Osman Dêmo (Ebû Şoreş) yê 55 salî û bavê 7 zarokan ku di berxwedana Kobanê de birîndar bû û du hefte berê ji bo dermankirinê anîn Rihayê û 11'ê çilê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Osman bi ser xwesteka wî ji aliyê malbata wî hate wergirtin û birin Kantona Kobanê li Goristana Şehîdan a Kobanê hat definkirin. Malbata Osman li konbajarê Arîn Mîrxan yê li Pirsûsê dîmînin qala jiyana Osman kirin. Hevjina Osman Emîne Xelîl diyar kir ku dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir, ew heta dawiyê ji Kobanê derneketinin û ji ber xwesteka şervanên YPG/YPJ'ê hatinin Pirsûsê.


'Ez tu carî welatê xwe radestî çeteyan nakim'


 Emîne desntîşan kir ku dema hatin Pirsûsê hevserê wê Dêmo goti ye "ez nikarim bê welatê xwe bisekinim, ez ê biçim welatê xwe bi parêzim". Emîne da zanîn ku Dêmo bi temenê xwe yî mezin berê xwe da Kobanê û çû tevlî refê YPG'ê. Emîne got ku serê wê bi hevserê we bilind e û wiha axivî: "Em hatin Pirsûsê du sê roj çû Osman ji men re xatir xwest û got ez hew karim îdare bikim. Bêhna min di vê derê venabe. Min ji wî re got zatî me 2 keçê xwe daye, tu jî min nehêlê û neçe. Ji min re got 'Ki diçe ji bo xwe diçe. Keçê min Avaşîn û Peyman ji bo xwe û ji bo gelê xwe çûnin. Ez jî ji bo welatê xwe diçim. Mirinek min hebe bila ji bo Kobaniya min be. Ez tu carî welatê xwe radestî çeteyan nakim."


'Keçê min dê tola bavên xwe hilîn e'


Emîne desntîşan kir ku hevserê wê nêzî 4 maha li Kobanê li hemberî çeteyan welatê xwe parast û bi topa tangê de birîndar bû ye û wiha domand: "Ji ber ku birîndar bû anî ye Rihayê, piştre rakirinin Amedê. Piştî Amedê tedawî dît û pêv dîsa me anîn Rihayê û li vêderê şehîd ket. Serê min her tim bi wî bilind e. Ez qet ne xemgînim. Osman di destpêkê de di nav Tevgera Azad a Kurda debû. Bi Serok Apo jî gelek caran hevdîtin jî pêk anî bû. Bi dil û can bi PKK'ê re bû. 2 keçê min bi navê Ronahî (Avaşîn) û Hava (Peyman) di nav refên gerila ne. Ronahî ev 4 sal di nav HPG'ê de ye, yek jê jî li Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dike. Keçê min dê tola bavên xwe ji çeteyên hovane bistîne û xwîna bavên xwe li erdê nahêlin. Şehîd namirin. Bijî berxwedana Kobanê, Şengalê û YPG/YPJ'ê." 


'Em ji bo rûmeta xwe dijîn û ji bo welatê xwe jî em ê bimrin'


Keça Osman Dêmo Mîdya Osman jî dema bahsa bavê xwe kir di bin hêstiran de ev tişt anî ziman: "Bavê min ji axa xwe û welatê xwe hez dikir. Dema em li Kobanê pir xizan bû. Bavê min ji bo li me binere diçû Şamê dixebitî. Dema bavê min ne li malê bû hevalên me yî tevgerê dihat cem e. Hevalan em mezin kir. Em bi rêxistiniya wan ve mezin bû. Du xwişkê min jî niha tevlî hevalan e ye. Em her tim bi felsefe û manîfestoya Serok Apo re mezin bûnin. Bavên min çû lê belê 7 gerila li paş xwe hişt. Heta em hebin xwîna bavê min li erdê namîn e. Wek Serok Apo digot "Kobanê dilê Kurdîstanêye". Ji ber vê yekê Kobanê nakeve. Me gelek keçê xweyî gulîmor wendakir. Bi hezaran şehîd danin. Dewleta Tirkiyeyê jî şermezar dikim. 80 dewlet bûnin yek û li welatê me civîyanin. Em malbata me hemû li ser rêya bavê xwe diçin. Em dejvê doza xwe berdandin. Em ji bo rûmeta xwe dijîn û ji bo welatê xwe û jiyana xwe jî em ê bimrin."


(kom/zt)