Li Kobanê 21 çete hatin kuştin

10:52

 


JINHA


KOBANÊ - Şervanên YPG û YPJ'ê di çarçoveya operasyonên paqijiyê de di çalakiyên li dar xistin de 21 çete kuştin.

Operasyonên şervanên YPG û YPJ'ê yên ji bo çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê paqij bikin berdewam dikin. Şervanên YPG û YPJ'ê di çarçoveya operasyonan de şevê din li Taxa Miştenur, Dibistana Reş û Kolana 58'an li hemberî çeteyan çalakî li dar xistin. Li derdoara Taxa Miştenurê û Kolana 48'an 17 çete hatin kuştin û li Dibistana Reş de jî 4 çete hatin kuştin. Di pevçûnên li derdora depoya avê de jî tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin. 

Hate hînbûn ku li eniya başurê şervanên YPG û YPJ'ê berê panzerek darbe kiribûn û ev panzer ket destê şervanên berxwedanê.

(zt)