Leşker bi darê zorê dibêjin vegerin AFAD'ê

11:00

 


JINHA


RIHA  - Welatiyên Kobanê yên ji wargeha AFAD’ê reviyan û hatin li konbajarên Şaredariya Pirsûsê bi cih bûn ji aliyê leşkerên tirk ji bo vegerin konbajarên AFAD'ê zextan li se welatiyan didin meşandin.

Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê necarman cih û warê xwe bi terikînin û hatin li Pirsûsê bi cih bûn. Welatiyên li konbajarên AFAD'ê bi cih bûn her roj ji ber zext û zilma peywîrdarên AFAD'ê direvin û tên konbajarên ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatiye danîn bi cih dibin. Piştî ku welatiyên Kobanê vegeriyan dewleta tirk ji bo ku welatî bikevin di nava şert û mercên zehmet zextan li ser wan didin meşandin. Alîkariyên ji bo konbajarê Şehîd Gelhat diçin qedexe dike. Ji bo welatî neçar bibin vegerin konbajarên AFAD'ê.

‘Pêşiya alîkariyê tê girtin’

Berpirsyarê konbajarê Şehîd Gelhat Fîdan Kanlibaş got ku ji ber ku AFAD dê welatiyan bibe wargeha nû 250 malbat bihevre hatine cem wan û wiha axivî: “ Piştî ku malbat hatin, leşker hatin rê girtin û alikariya ji bo vir hat vegerandin. Gelek alîkariyên ji aliyê saziyên sîvil û komeleya ve tên kirin girêdayî distûrê tên kirin û armanca wan pêşiya alîkariyê bigirin. Me ji malbatan pirsî hûn çima hatin? Ji me re dibêjin ku li wargera AFAD'ê gelek zext li ser me hebûn û din ava wargehê de leşker hebûn û di gotin eger hûn naxwazin herîn wargeha AFAD'ê ya nû."

‘Em bi keyfa xwe hatin’

Welatiyê bi navê Ehmed Mihemed Elî (40) da zanîn ku armanca leşkeran destdayîna konbajariye û wiha got: “Em naxwazin ku ne dewleta Tirkiyeyê ne jî tu dewletên din di nava konbajarên me de cih bigrin. Em ji derveyî gelê xwe tu kesî li ser serê xwe qebûl nakin. Em hemû bi keyfa xwe hatine û em naxwazin biçin wargehên AFAD'ê.”

‘Gotin em ê ala xwe li vir danîn’

Welatiyê di konbajarê Şehîd Gelhat de Mihemed Şahîn Bekî ji got ku leşker hatibûn ku bi darê zorê welatiyan vegerîne û ev tişt got: “ Malbat hemû ji ber zilm û zextên wan ji wargê reviyan. Ev 4 rojin ceyranê na din me. Malbatek ji AFAD’ê reviyabû û hatin pêşçavên me rawestandin û 6 saetan li ber baranê hiştin. Hevalên me li vêderê qedrê me digrin. Qedrê me ji dayik û bavên xwe ne dîtî me li vir ji hevalan dît. Xebatkar AFAD'ê hatin cem me ji bo me gotin em ê ala xwe li vir danîn lê belê me qebûl nekir."

‘Ez ji ber zilmê hatim gelo ez çawa dîsa vegerim li ber zilmê’

Welatiyê bi navê Hiso Smaîl (67) got ku leşker hatin di nav konbajaran de ji bo wan vegerînin zext li me kirin. Hiso anî ziman ku ji ber zilma çeteyên DAIŞ'ê necarmaye ku hatiye herêmê got ku ma gelo ez çawan dîsa çawan vegerim li ber zilmê.

(kom/zt)