Bazarên semtan yên Amedê teslîmî jinanin

11:44

 


JINHA


AMED – Bazara Jiyan Semtê ya ku tenê jin têde dixebitin, berîniha salek û nîvê hatî vekirin her diçe mezin dibe. Ji 3 bazarên semtan yên di bajêr de hatî avakirin tenê bazara jinan dixebite. Esnafên jin yên bi hunerê destê xwe rengek cuda didin bazarê, di heman demê de her yek ji wan xwediyê çîrokek jiyan ya cudane jî.


Bazara Jiyan Semtê ya ku berîniha salek û nîvê li navçeya Rezan ya Amedê hatî vekirin tenê esnafên jin têde dixebitin. Jinên ku karê xwe yê bazarvaniyê mezin dikin, di demên dawî de li tax û semtên dinê jî dezgehên xwe vedikin. Li bazara Pênşemê ya taxa Zumrutkentê ya semta Yenîhalê ya navçeya Rezan tenê jin serwerin. Li ser dezgehên bazara jinan herî zêde zebze, fêkî, masî, lixwekirin û hunerê dest hene. Jin bi hunerê destê xwe û tiştên li bazarê difiroşin debara jiyana xwe dikin. Di bazarê de temenê esnafên jin navbera 17 – 70 saliyêdenin. Ji ber hijmarek zêde jin di bazarê de dixebitin û hem jî jin bi destê xwe reng didin bazara xwe ji ber wê jî bazara wan ji bazarên dinê rengîntire. Din ava bazarê de li gorî irsên me ji jinan kirin me dît ku her jinek xwediyê çîrokek ya jiyanê ya cudaye.


‘Dema dixebitim şanaz û aram dibim’


Nurdan Saltık ya 40 salî bi masîfiroşiyê li zarokên xwe dinêre ev salek û nîve bazarvaniyê dike. Nurdan diyar kir ku ew li Bartinê hatiye dinê û mezin bûye. Nurdan da zanîn ku berî 20 salan ew û hevserê xwe hatine li Amedê bicîhbûne. Dayîka 4 zarokan Nurdan anî ziman k udi bazarvaniyê de carnan kar û carnan jî zarar dike û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ez bi deskeftiyên xwe yên bazarê li malbata xwe dinêrim û 3 zarokên xwe didim xwendin. Bi awayek nexweş kar kirin ji bom in zore, lê ji bol i zarokên xwe binêrim pere birina malê min şanaz û aram dike.” Nurdan bilêv kir ku ew di aliyê aboriyê de serbixweye û wiha domand: “Beriya ez bi xwe bixebitim hevserê min 20 TL dida min û min hesabê her yek wan TL yan dida. Niha dema ku ez derdikevim ji bo hevserê xwe 50 TL yan dihêlim.”


Zivistanan li bajar û havînan li gund …


Salîha Kaplan ya 52 salî û dayîka 9 zarokan jî destnîşan kir ku hevserê wê qezaya tirafîkê derbaskiriye, ji wê demê de din av cihandeya û nikare bixebite û wiha berdewam kir: “Di malê de tenê ez dixebitim. Rojê 10-20 TL yan qazanc dikim. Ez vê di aliyê zoriyê tenê de nabînim. Berê herserê min dixebitî niha jî ez.” Saliha havînan li gund dixebite û zivisanan jî li bazara bajêr tiştên weke taqî û gure difiroşe û wiha debara malbata xwe dike.


‘Zivistan û berfjî be emê karê xwe berdewam bikin’


Nuriye Altin ya 68 salî li gel salên xwe yên mezin jî di bazarê de dezgeha hêgan vekiriye û hêgan difiroşe. Nuriye bilêv kir ku di şertên zor û sermaya zivistanê de jî ew dixebitin. Nuriye anî ziman ku qazanca wan gelek kême û wiha dom kir: “Zivistan û berfjî be ezê xebatên xwe berdewam bikim. Ez ji bo keça xwe ya zanîngehê dixwîne dixebitim. Ji bo perwerda wê heya hêza min têrbike ezê bixebitim.”


 (fs/zt)