Cara 126’emîn ji berxwedêran re silav şandin

13:12

 


JINHA


RIHA – Bi sedan welatiyên ku li gundên Mehser û Miseynterê hatin ba hev bi zincîra mirovan ve cara 126’emîn berxwedana Kobanê re silav şandin. 

Li Kobanê berxwedana hêzên YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê kete roja 126’emîn. Li gundê Mehser û Miseynterê jî ji bo piştgiriyê nobeta berxwedanê bi tevlibûuna komên nû didome. Li gundê Miseynterê zîncîra mirovan a ji bo silavkirina berxwedana Kobanê welatî kom bûn. Parezêrên serbixwe û Piştavaniya Parêzeran a Şoreşa Rojava ya ji nêzî 15 saziyên hiqûqê pêk tê jî tevli zincîra mirovan bûn. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê”, “Silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Bijî berxwedana Şengalê” hatin berzkirin û welatiyan berê dan Kobanê û bejna xwe tewandin. 

Piştî zincîra mirovan a Miseynterê welatiyên li gundê Mehserê hatin ba hev jî zîncîra mirovan pêk anîn û peyama “Em hem parçeyeke berxwedana Kobanê ne hem jî piştavanên berxwedanê ne” dan.

(zt)