Şandeya karmendên Bazîdê hatin Pirsûsê
13:55
JINHA
RIHA - Şandeya karmendên Bazîdê ji bo alîkarî û piştgiriyê bidin gelê Kobanê û pirsgirêkên wan çareser bikin hatin Pirsûsê.
Şandeya karmendên Bazîdê ji bo alîkarî û piştgiriyê bidin gelê Kobanê hatin Pirsûsê. Karmen ji hêla Cîgirê Berpirsê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îdrîs Nahsan û Koordînasyonê Alîkarî û Piştgiriyê Makbûle Altintaş li Navenda Çand û Hunera Amarayê pêşvazî kirin. Dûre li çandê civînek li dar xistin. Di civînê de bal kişan ser alîkariyê diçe Kantona Kobanê, bijîşkan û astengiya dewleta tirk li ser wan pêk tê û li ser pêdivêyên cil û bergên zarokan, mama, derman, xwarin û vexwarinê. Îdrîs di civînê de axivî û da zanîn ku dema birîndarên şervanên YPG/YPJ'ê di deriyê sînor de derbas dibe, bi seatên tên rawestandin û wiha got: "Çûn û hatina deriyê sînor bi zahmete. Pêdiviyên me ji xwarin, vexwarin, mama, cilên zivistanê û derman û ji bijîşkan heye. Bijîşk pir kêm e û têrê nake."
'Şervanên YPG/YPJ'ê bi seatan li sînor tên rawestandin'
Îdrîs bal kişan ser birîndarên şervanên YPG/YPJ'ê û wiha axivî: "Dema birîndarên me tên ber derî bi seatan tên rawestandin. Carina xwîn ji wan diçe û li wir an jî heta digihêjin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest didin. Ev bi awayekî zanebûn tên meşandin. Li gelek nexweşxaneyên Tirkiyeyê bi sedan çeteyên DAIŞ'ê tên dermankirin. Bila Tirkiye dejvê feraseta xwe berdin. Şervanên me bi çekên sivik li hemerî çeteyên hovane welatê xwe diparêzin û her ku diçe em bi ser dikevin. Ez bi hêvî me ku rizgariya Kobanê pir nêz e û em ê bi tev de pîrozbahiya wê li Kobanê bikin."
(kom/zt)

