Li Wanê meşa ‘Ji Ocalan re Azadî’ despêkir
14:20
JINHA
WAN – Li Wanê meşa ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi beşdariya deh hezaran dest pê kir. Meş ji aliyê polîsan ve bi fîşegên gazê û avaşid hat mudaxelekirin.
Rêxistina DBP’ê ya Wanê meşa ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Ocalan li dar dixe û bi rojan e amadekarî dihat kirin, dest pê kir. Bi deh hezaran kesên ji bo beşdarî meşê bibin ji navçe û bajarên din jî hatin li Hala Sebzeyan hatin ba hev. Di meşa ku jinan cilên neteweyî li xwe kirine û bi zarokên xwe re beşdar bûn de dîmenên rengîn derketin holê. Di kortejê de Parlamenterên Wanê Ozdal Uçer, Nazmî Gur û Kemal Aktaş, Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Huseyîn Koçuk, Seroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker, Nivîskar Eşber Yagmurderelî, hevşaredarên Wan û 12 navçeyan jî cih girtin. Meclîsên taxan jî di taxên xwe de tevli meşê bûn. Di meşê de ji bilî posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan alên KCK, HPG, YPG, DOKH û YDG-H’ê hatin vekirin de pankart û dowîzên “Birêz Ocalan îradeya me ye. Ji bo îradeya me azadî” “Azadiya birêz Abdullah Ocalan azadiya gelê kurd e” “Bi têkoşîna Sara û Arînan ve em ê Rêberê xwe azad bikin” “Qatil AKP tu dê di xwîna ku dirijînî de bifetisî” hatin vekirin. Bi hezaran ciwanên ku li ber avahiya Navenda Çandê ya Şehîd Nûda hatin ba hev jî posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pankarta “Bi ciwanên rêxistinbûyî ve ber bi rêberê azad, bi rêberê azad ve ber bi aştiyê ve dimeşin” hate vekirin û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hatin qadê. Girseyê bi hevre dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin û flamayên kesk û sor û zer di destên xwe de dihejînin. Di meşê de welatiyên li Cizîrê hatin qetilkirin jî nehatin jibîrkirin û dowîzên “Gelê Cizîrê ne tenê ye” hate vekirin.
Dema ku girse ber biç aryana du Nîsanê ya Meydana Feqiyê Teyran ve dimeşiyan rastî mudaxeleya polîsan hatin. Girseya ku rastî mudaxeleya polîsan hatin bi yek dangî sîroda “Çerxa şoreşê” xwendin. Bi deqeyan girser rawestiya lê astengiya polîsan nerabû. Paşê jî polîsan ser girseya ku xwestin meşa xwe berdewam bikin fîşegên gazê û ava şid reşandin. Girseyê jî bi beran bersiva polîsan dan.
Rageşiya navbera girsê û polîsan de berdewam dike.
(zt)

