Wêneyên zarokên Kobanê bi eleqeyek mezin tên temaşe kirin
14:23
JINHA
RIHA - Zarokên Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi malbatên xwe re hatin Pirsûsê, ligel hemû zehmetiyê jiyana xwe didomînin. Zarokên li konbajaran dimînin, ji bo hezkirina şervanên YPG/YPJ'e û bêrîkirina welatê xwe bînin ziman wêneyan çêdikin û ev sê hefte ne li Navenda Çand û Hunerê ya Amarayê tên pêşandin.
Zarokên Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçber bûn û hatinin Pirsûsê, ligel hemû zehmetiyê jiyana xwe didomînin. Zarokên li konbajaran dimînin ligel bêderfetan ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Amarayê perwerdeya zimanê kurdî, şano, wênesazî, muzîk, govend û gelek cureyên çandî û hunerî dibînin. Bi pêşengiya mamosteyên Kobanê li konbajaran ji bo zarok bandora şer ji ser xwe bavêjin pêşangeha wênesaziyê vekiri bûn û li çandê pêşangeh hatibû vekirin. Wêneyên zarokan li Navenda Çand û Hunerê ya Amarayê ev 3 hefte ne li Navenda Çand û Hunerê ya Amarayê tên pêşandan. Zaroka wêneyên xwe yên di bin bandora şer de maye, hezkirina şervanên YPG-YPJ'ê û bêrîkirina welatê xwe li kaxiza xêz dikin. Rojê bi sedan welatî tên li li pêşangehê degerin û eleqederiyek mezin nîşanî pêşangehê didin.
(kom/zt)

