‘Li Kantona Cizîrê me şoreşa ku rastiya civakê ye dît’

15:53

 


JINHA


RIHA – Parêzerên endamên Piştevaniya Hiqûqê ya Şoreşa Rojava yên ku hatin Pirsûsê û nobetê digirin, parêzerên ku ji Kantona Cizîrê vegeriyan jî gihiştin wan. Parêzerên ji Cizîrê hatin diyar kirin ku wan şoreşa ku rastiya civakê ye înşa, parastina cewherî, projeya bi hevre jiyanê û rengê jinê ya şoreşê dîtine. 

Parêzerên ku ji bo piştevaniya welatiyên Kobanê hatibûn Pirsûsê û heyetek ji wan jî derbasî Rojava bûbû bi hev re li gundê Mehberê daxuyanî dan. Li ser navê Piştevaniya Hiqûqê ya Şoreşa Rojava heyata ku ji 8 parêzeran ên Ozlem Gumuştaş, Kemal Toraman, Sînan Varlik, Sabrî Kuşkonmaz, Mehmet Taner Avşar û Îlknur Alcan pêk dihat têkildarî gera xwe ya Rojava, şoreş û kantonan çavderiyên xwe parve kirin. Parêzeran anîn ziman ku xebata ku wan daye destpêkirin li ser 3 beşan a Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê pêk tê.

Parêzer Ozlem Gumuştaş diyar kir ku wan der barê pêvajoya înşakirinê ya şoreşê de çavderî kirine û bi rayedarên kantonê, Wezîrê Dadê yê kantonê re hevdîtin pêk anîne û bi taybetî jî mekanîzmaya hiqûqê, Meclîsa Zagonsaz, Dîwana Edaletê, Meclîsa Edaletê û Meclîsên gel dîtine. Ozlem bilêv kir ku bi saziyên jinan re jî hevdîtin pêkanîne û ji ber ambargoyê dîtine ku gelek tengasî tê kişandin. Gumuştaş wiha got: “Şoreşa Rojava komûn, meclîsên gel înşa dike û hewl dide aboriya xwe înşa bike. Gel j îli hemberî êrîşeke dibişe li dijî Kobanê parastina xwe ya cewherî pêş dixe. Rûpela ku di dîrokê de vekirine ferq kirine. Ji mere gotin yên dikarin bixwînin, binvîsînin û difikirin bên vê derê. Ji ber ku di înşaya şoreşê de pêdiviya me bi hemûyan heye.”

‘Ez jî bûm Paramaz’

Parêzer Kemal Toraman jî anî ziman ku koma ku wan ava kirine enternasyonal e û şoreşa Rojava li dijî gelek hêzar têdikoşe. Kemal got ku rapora ku dê amade bikin di demeke kin de bi raya giştî re parve bikin. Kemal beşek ji nameya Paramaz Qizilbaş xwend û nirxandina “Ez jî wekî Paramaz li hemberî vê şoreşê bi heyecan im.”

Parêzer Sînan Varlik jî wiha got: “Em ji dilê şoreşê tên. Me înşaya jiyana nû dît û me destên xwe da. Li Rojava hemû kes şoreş bi xwe ye. Tiştên kum e li wir dît, hemû kes şoreş e.” 

Parîzer Sabrî Kuşkonmaz jî nirxandina “Ez ji perwerdehiya samîmiyetê ya Rojava têm. Heke tevgea siyasî ye kurd bigota min şoreş pêk aniye û min ev nedîta min ê bigota ev daxuyaniyeke siyasî ye. Piştî ku ez çûm û min dît ku ev rastiyeke civakî ye. Min li wir dît ku ev şoreşa miovahiyê ye.”

Parêzer Muhammed Taner Avşar jî bilêv kir ku mirov li aliyekî xwedî li şoreşê derdikevin li aliyê din jî xebatên înşayê didomînin, li ser modela ku hemû gelan tîne cem hev dixebitin. 

Şoreşa jinê

Parêzer Îlknur Alcan jî got bi heyecaneke çûne Cizîrê û sîstema ku li wir tê înşakirin hemû têgehan serobino dike. Îlknur da zanîn ku şoreşa wir ji jêr heta jorê hemû kesan di nava xwe de dihewîne û wiha berdewam kir: “Azadiya ku ji bo jinê hatiye dayîn û nirxa tê dayîn min gelek xist heyecanê. Ji bo jinan qanûneke taybet hatiye amadikirin. Ev bi tena serê xwe şoreş e.”

Parêzerên ku duh hatin xeta sînor nobetê bigirin îro ji bo biçin serdana welatiyên li konbajaran dimînin derketin rê.

(zt)